Her saziyeke sûdwergir a Bernameya Piştgiriya Mafan, di serê serdema hîbeyê de xebata analîzeke pêdiviyan çêdike û diyar dike ka di maweya bernameyê de hedefa wê ya pêşdebirina kapasîteyê di kîjan qadan de ye. Yek ji navgînên piştgir ên saziyê di van qadan de jî komxebat û webinar in.

Ji nîsana 2023yan pê de me dest bi amadehiya komek xebatan kir ku temamê 41 rêkxistinan hatine vexwendin:

Komxebat

Lêkolîn bo Saziyên Civaka Sivîl (Nîsan, 2023)

Moderator: Derya Göçer

Çarçove:

  • Têkiliya daneyan û parêzvaniyê
  • Lêkolîn bo parêzvaniyê – nimûneyên baş
  • Daneyên bêbudce
  • Kodkirin bi kêrî çi tê?
  • Sepana kodkirinê
  • Raporên dengbilind
    • Mînakên baş
    • Şablona raporê
    • Berbelavkirina raporê

Ewlehiya Dîjîtal û KVKK (Hezîran – Tîrmeh, 2023)

Moderator: Mustafa Çağrı Kurter, Esra Kılıç, Özlem Zıngıl

Çarçove: Perwerdehiya Ewlehiya Dijîtal û KVKKyê ya di çarçoveya parastina giştî ya bo saziyên civaka sivîl de pêk tê, ji bo ewlekirina navgînên dijîtal ên saziyan, sazkirina qadên xebatê yên ewlehiya dijîtal û pêşdebirina pratîkên wan e. Sernavên wekî pratîk û mewzûatên KVKKyê, pratîk û navgînên dijîtal di nav çarçoveya ewlehiya dijîtal de ne.

  • Ewlehiya bingehîn
  • Ewledarkirina hesaban
  • Mal û ewlehiya fizîkî ya giştî
  • Navgîn û stratejiyên pêwendiya navxweyî
  • Prosedurên amadekariyê yên rewşa lezgîn a sazûmanî
  • Pêdiviyên din, Arşîvkirina dîjîtal hwd.
  • Agahiyên bingehî derbarê Qanûna Parastina Daneyên Şexsî (KVKK) de
  • Metnên agehdarkirinê û formên rizamendiya eşkere
  • Belgeyên polîtîkayê û telîmatname

Birêvebirina Fînansî (Çiriya Paşîn, 2023)

Moderator: Merve Nebioğlu, Özkan Bulut

Çarçove:

Bexş û alîkarî

Beyanname û agehdariyên ku komele ji mecbûrî didin

Karên mihasebeyê û miafiyeta KDVyê

Birêvebirin û raporkirina fînansî ya projeyê

Webinar:

Ponijîna li ser belgeyên polîtîkayê di nav rêkxistinên mafên mirovan de (Hezîran, 2023)

Moderator: Hatice Kapusuz 

Çarçove: Bi beşdariya Hatice Kapusuz a mentora Bernameya “STGM BİRLİKTE” li ser mijarên wekî girîngiya belgeyên polîtîkayê bo rêkxistinan û pêvajoya nivîsînê hat axiftin û webinara bi navê “Ponijîna li ser belgeyên polîtîkayê di nav rêkxistinên mafên mirovan de” hat sazkirin.

Podcasteke serkeftî çawa tê amadekirin? (Tebax, 2023)

Moderator: Mert Koçak

Çarçove: Wekî metodeke hilberandin û belavkirina zanyariyan, hat nîqaşkirin ka podcast çi ye. Piştre hat axiftin ka dema amadekirina rêzeke podcastê divê mirov li ser naverokê li çi bifikire û hewcehî dibe ku çi bin. Beşa dawî ya webinarê jî bo wê nîqaşê hat terxankirin ka pêdiviyên beşdaran û fikrên wan çi ne.

Bikaranîna Medyayeke Dîjîtal a Kartêker bo Saziyên Civaka Sivîl (Îlon, 2023)

Moderator: Kenan Dursun

Çarçove: Hat axiftin ka medyaya dijîtal bi hêza xwe çawa dikare stratejiyên pêwendiyê yên rêkxistinan bi pêş de bibe, saziyên civaka sivîl misyonên xwe çawa dikarin bigihînin girseyeke berfirehtir û derbarê van mijaran de taktîk û delîl hatine parvekirin. Bo rêkxistinên ku dixwazin hebûna xwe ya li cîhana dîjîtal saz bikin û/an jî bihêztir bikin, hat neqilkirin bê ka dikarin çi bikin.

Hûn dikarin ji vir bigihîjin agahiyên berfireh ên derbarê Piştgiriya Mafan 1ê de.