Li ser bernameyê

Armanca Bernameya Piştgirîya Mafan (Piştgirîya Mafan) ew e ku bi piştgirîdana rêxistinên biçûk ên mafan û rêxistinên bingehîn ên Tirkiyeyê, alîkarîya demokrasîya beşdarîya piralî dike. 

Ev bername bi fînansmanîya Delegasyona Yekîtîya Ewropayê tê birêvebirin, Navenda Bîrgehê û Heinrich Böll Stiftung bi şêweyê dayina jêr-hîbeyan bernameyê bi rê ve dibe.

Bi destpêkirina bernameya Piştgirîya Mafan-2yê, 01.01.2023yê ji bo 41 rêxistinan, du salan hîbe hat dayin. Ev hîbe ji bo piştgirîya sazîbûnê û zêdekirina xweragirîya saziyan hatiye dayin.  

Bername, pêşîyê di navbera Tîrmeha 2020ê û Hezîrana 2021ê de hat birêvebirin. Bi bernameyê; ji bo 48 saziyan piştgirîya sazîbûnê hat dayin, di heman demê de rêberî ji bo wan hat kirin, pisporan yek bi yek piştgirîya wan kir. Ji bo mijarên di gavên pêşiyê de girîng bi mexseda bihêzkirina xweragirîya saziyan kargeh hatin pêkanîn. Piştî bernameyê raporeka bi navê Bi Nêrîna 48 Saziyên Mafparêz Meydana Demokrasîyê ya Bertengbûyî û Nexweşiya Vegır a Covid 19ê 2020-2021 hat weşandin.

(Civîna Vekirina Bernameya Piştgirîya Mafan (12-14ê Meha Yekem/Kanûna Paşiyê 2023)

Haklara Destek Programı Açılış Toplantısı (12-14 Ocak 2023)

Agahîyên ji bo peywendîyê

Bernameya Piştgirîya Mafan

Ömer Avni Mahallesi, İnönü Cad. No:14 Akar Palas Kat:1 Gümüşsuyu, 34427, İstanbul

Ji bo pirsên li ser bernameyê: basvuru@haklaradestek.org