15/04/2024

Di çarçoveya bernameya pêşdebirina kapasîteyê ya Piştgiriya Mafan de, me digel Musa Çopur di 15-22-29ê sibatê û 7ê adarê de atolyeya Analîza Bandorê bi dawî kir. Armanca atolyeya Analîza Bandorê ew e ku em agahiyên teorîk û tecribeyên pratîk zêdetir bikin, rapora analîza bandorê amade bikin û rê li ber komên daneyan xweş bikin.

Naverokên ku di maweya perwerdehiyê de hatine nîqaşkirin:

  • Analîza Bandorê Çi Ye?
    • Teoriya Guherînê
  • Analîza Kapasîteyê
    • Avakirin
    • Pêşdebirin
    • Berdewamkirin
  • Pênasekirina Çavkanî û Pêvajoyan (Çavdêrî) di analîza bandorê de
  • Diyarkirina nîşanderan, analîza daneyan
  • Diyarkirin û raporkirina  berhem û encaman
  • Encam û guherîn