09/11/2023

Mijara serekî ya bultena ku me di çarçoveya Piştgiriya Mafan IIyê de hazir kirî “Piştevanî ji bo Mafên Zarokan” e, ji ber ku vê mehê em li gel saziyên sîvîl yên ku di çarçoveya Piştgiriya Mafan IIyê de ji bo mafên zarokan dixebitin civiyan. 16ê Hezîranê, di vê civîna duyemîn ya toran de me hem mazûvaniya saziyên sîvîl yên Piştgiriya Mafan kir hem jî me mazûvaniya saziyên mafên zarokan yên li Stenbolê kir. Me di rûniştinên civînê de ji berdewamiya fealiyetên saziyan yên ku di dema karesatan da tor û hevgirtin pêk anîne heta wan babetên ka zarok kî ne û karkirina li gel zarokan çi ye, me minaqeşeyên dûrûdirêj kirin. Li vê derê berdest e.

Bijî hevgirtina saziyên sîvîl, bijî mafên zarokan!

Berg: Ez zarok im -di karesat û rewşên awarte de- mafên min hene!
Xêzkirin:  Ceren Suntekin