20/12/2023

Me biryar da ku em sernavê “Hevgirtin Jiyan e” li bultenên berdewam ên di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Mafan (Haklara Destek) de bikin. Li hember rûxîneriya du erdhejên mezin ku navenda wê Mereş bû û bandora wê li Tirkiye û Sûriyeyê bûbû, ji 6ê sibatê vir ve em bilez bi rêkxistin bûn û me xwest çalakiyên civaka sivîl a sazkara hevgirtinê bi rêya vê bultenê qeyd bikin. Em hêvî dikin ku hevgirtin kêmek be jî birînan dikewîne û em sersaxiyê bo her kesê hezkiriyên xwe ji dest dayî dixwazin û şifayê bo birîndaran û kesên li jiyanê dixwazin.

Me bi taybetî di vê hejmarê de bulten ji bo wê yekê veqetand bê ka rêkxistinên Piştgiriya Mafan piştî karesatê çi kirin û ji bo wan tor û platformên hevgirtinê veqetand ku piştî erdhejê ava bûbûn û/an jî piştî karesatê ji nû ve dest bi fealiyetên xwe kiribûn. Xalên hevpar ên xebatên piştî erdhejê ew in ku perspektîfa mafparêz, baldariya mafê jiyanê, bêtoleransiya hemberî cihêkeriyê û pûtepêdana bo pirzimaniyê ji dest bernedin û pêdiviyên cuda li ber çavan bigirin. Her ji ber van sedeman û hêza me ya pêkvebûnê, em dibêjin “hevgirtin jiyan e”.

Hûn dikarin ji vir bigihîjin bultenê.