24/02/2025

4 meh man ji bo ku serdema 2 salane ya tetbîqkirina Bernameya Piştgiriya Mafan biqede. Yanî me pêkve 20 meh li paş xwe hiştin. Di vê serdemê de gelek rêkxistin gihiştin hedefên ku danîbûn pêş xwe, hin ji wan jî berdewam in bo xebatên xwe. Hîn jî xebatên yekser ên li gel pisporan di çarçoveya bernameya pêşdebirina kapasîteyê de berdewam in û hin ji xebatan bi encam bûn. Em dê 9ê îlonê bi mijara xebatên çavdêriyê yên qada xebatên derbarê zarokan berdewam bin di hevdîtinên xwe yên parvekirina tecribeyî de. Ji aliyekî din ve jî webinarên me berdewam in. Em dê civîna xwe ya dawî ya derbarê azadiya rêkxistinî de jî hema berî civîna bidawîkirinê di meha kanûna pêşîn pêk bînin.

Hûn dikarin îlanên serlêdanên fonên cihêreng û nûçeyên ji rêkxistinên Piştgiriya Mafan û torên cihêreng di bultenê de bibînin. Hûn dikarin ji vir bigihîjin wan. 

Sernav: Stronger Together (Pêkve Bihêztir)
Îlustrasyona bergî: Adonis Papadopoulos