24/02/2025

Em bi bultena dawî ya Piştgiriya Mafan re bi we re ne. Bi kanûna pêşîn a 2024an re me pêvajoya xwe ya du salane ya tetbîqkirinê bi dawî kir. Bi adara 2025an re dê Bernameya II. a Piştgiriya Mafan a sê salane bi dawî bibe.

Herçiqas ev serdem, serdemeke weha ye jî ku saziyên civaka sivîl têne hedefkirin, zext zêde didin, azadî têne astengkirin, gelek parêzvanên mafan têne desteserkirin, dadgehkirin û zindankirin, di heman demê de dikare wek pêvajoyeke weha jî bê nirxandin ku gelek hevkarî lê têne sazkirin, hevgirtin lê tên birêvebirin. Em wek ekîba Piştgiriya Mafan hêvî dikin ku ev du sal ji bo we jî tevî hemû zehmetiyan hem bi sûd hem bi xurtî derbas bûye.

Di vê bultenê de hûn dikarin agahiyên derbarê civîna dawî de bibînin ku me 5-7ê kanûna pêşîn li Diyarbekirê organîze kir. Herweha hûn dîsa dikarin ji ser bultenê bigihîjin hevpeyvînên ku me bi we re kiriye û vîdeoya ku me ji kêşanên civîna dawî berhev kiriye.

Di vê navberê de; ev malpera ku me bi sê zimanan tirkî, kurdî û îngilizî amade kiriye, dê wekî arşîv vekirî bimîne. Em niha nikarin agahiye tekez bidin ku ka ev bernameya piştigiriyê ya pêdivî pê heyî dê çawa berdewam bike; lêbelê em hêvî dikin ku di demeke kurt de vê agahiyê ji vir bi we re parve bikin. Em dizanin ku serdema pêş me, dê bibe serdemeke weha ku hem derfetên piştgiriya aborî dê kêm bibe hem jî serdemeke weha ku pêdiviya bo vê piştgiriyê kêm bibe. Di vê pêvajoyê de nirxandina kartêker a çi Yekîtiya Ewropayê çi çavkaniyên din ên fonê û vekolîna derfetên avakirina çavkaniyan bi rêkxistinbûna nû ji her demê zêdetir giring e.

Herî dawî, eger hûn bixwazin ji me û xebatên me agahdar bin, hûn dikarin ji lînkên ser bultenê bibin aboneyê bultenên Komeleya Heinrich Böll Stiftung ve Hafıza Merkeziyê.

Hûn dikarin ji vir bigihîjin bultenê.