09/11/2023

Me, sernavê bultena duyemîn a ku di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Mafan de (Piştgiriya Mafan) amade kirî, “Bi Hev Re Avakirina Jiyanê” danî. Civaka sivîl, ji roja ewil ve piştgiriya bo herêmê û hevgirtina ligel mexdûrên erdhejê domand. Ji bo jinûveavakirina jiyanê berdewam dixebite, hewl dide hewcedariyan bizane û çareseriyên domdar pêş dixe.

Piştgiriya Mafan, ligel saziyên hevparên bernameyê xebatên analîza hewce  didomîne. Me dest bi yekem kargeha geşkirina kapasiteyê ya di vê çarçoveyê de hatî diyarkirin kir. Xebatên kargehên ku dê li gor pêdiviyên rêxistinan bên diyarkirin, civînên torê û xebata ligel pirsporên ku dê yeko yeko piştgiriyê bidin, dê bibin rojeva serdema pêşiya me. Em di vê bultenê de, hem xebatên rêxistinên hevparê bernameyê hem jî xebatên tor û rêxistinên cuda û xebatên wan ên derbarê erdhejê de bi we re parve dikin.

Rastiyek e ku ji hêla kes û bajarên ku erdhejê bandor lê kiriye, di serdema pêşiya me de ev xebat dê berdewam bin û divê dewam bikin. Loma em ê xebatên derbarê vê mijarê de berdewam bidomînin.

Hûn dikarin ji vir xwe bigihînin bultenê.