20/12/2023

Mijara serekî ya bultena pêncem a me di çarçoveya Piştgiriya Mafan a 2yem de amadekirî, “Têkoşîna Pêkve bo Mafên LGBTI+yan” e. Hem ji ber ku rêkxistinên LGBTI+ aşkera hatin hedefgirtin, hem ji ber ku Platforma Malbata Mezin a alîgira hikûmetê têkoşîna xwe li ser bingehê malbatê li hember rêkxistinên LGBTI+ bi rê ve dibe û hem jî ji ber ku LGBTI+ rastî zext û pêkutiyan tên, em di 27ê çiriya pêşîn de derbarê stratejiyên xuyabûnê û mafên LGBTI+yan de li gel wan rêkxistinan hatin cem hev ku li ser qada mafên LGBTI+yan dixebitin.

Di civîna sêyem a yekrojî ya bi navê “Têkoşîna LGBTI+yan û Stratejiyên Xuyabûnê li hember Rêkeftina Nefretê” de me digel rêkxistinên Piştgiriya Mafan a 2yem, çar rêkxistinên qada mafên LGBTI+yan ên ji Enqereyê û du rêkxistinên ji Lubnanê kirin mêvan. Di danişînan de em li ser stratejiyên xuyabûnê yên hemberî gotar û rêkketina nefretê ya li Tirkiye û Lubnanê hûr bûn û em li ser wan pêşniyazên çareseriyê axivîn bê ka em dikarin pêkve çi bikin. Ji aliyekî din ve jî derfeta me ya nîqaşê çêbû bê ka em dikarin hevkarî û hevgirtinê çawa berfirehtir bikin.

Hûn dikarin ji vir xwe bigihînin wê.