22/07/2024

Me heşt hevdîtinên parvekirina tecribeyan ên Bernameya Piştgiriya Mafan (Haklara Destek) li dû xwe hiştin ku tê de rêkxistin qala “nimûneyên baş” ên xebatên xwe kirin. Di maweya bernameyê de em dê berdewam van hevdîtinan pêk bînin. Hevdîtinên ku di tebaxê de me li ser podcastan da destpêkirin, me bi mijarên wekî xeta şêwirînê, xebatên meydanî, bernameyên bûrsê, alîkariya mirovî, karkirina îqtisadî, peywendîdanîn û torên navneteweyî domand. Em wekî suhbetekê jî li van hevdîtinan fikirîn û me ew ew bi awayekî înformal sêwirand ku rêkxistin bikarin bi rehetî beşdar bibin û hêsantir ji hev hîn bibin. Bi saya lêvegerên rêkxistinan rêzehevdîtineke heta dawiya bernameyê dest pê kir. Ji ber vê sedemê jî me temaya bultena xwe ya heştem ji hevdîtinên parvekirina tecribeyan re veqetand ku rêyek e baş e em ji hevdu hîn bibin.

Meha gulanê jî em dê bi piştgiriyên xwarin û zadî berdewam bikin û em dê di ser “mînakên baş” re berdwam li gel wan rêkxistinan bên cem hev ku eleqeya wan bo vê mijarê heye, dixwazin li ser vê mijarê bixebitin an jî dixwazin tecribeyên cuda bibihîzin da ku xwe bi pêş ve bibin.

Hûn dikarin çalakiyên di çarçoveya bernameyê de, nûçeyên rêkxistinên Piştgiriya Mafan û yên torên cuda û piştgiriyên civaka sivîl di bultenê de bibînin. Hûn dikarin ji vir bigihîjin bultenê. 

Sernav: Elevate Your People (Mirovên Xwe Bilind Bikin)
Îlustrasyona Bergî: Daniel Liévano