22/07/2024

Şeşemîn civîna me di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Mafan (Haklara Destek) de organîzekirî li ser mafê jinan bû. Di civînê de derfeta me çêbû em li ser têkoşîna femînîst a li Cezayîr, Tûnis û Tirkiyeyê pêkve bifikirin û em li ser şert û mercên siyasî yên li van sê welatan, têkoşîna ji bo mafên jin û LGBTI+yan û mînakên baş axivîn. Me ev hevdîtin bi helwesteke hêvîparêz û balkişandineke înterseksiyonalîteyê sêwirand û di 24ê gulanê de bi beşdariya 27 kesan li Stenbolê bi rê ve bir. Me temaya vê hejmara xwe jî di ser civîna xwe ya bi navê “Qanûn di Rejîmên Otorîter de û Têkoşîna Femînîst li hemberî Qedexeyan” re diyar kir.

Hûn dikarin çalakiyên di çarçoveya bernameyê de, nûçeyên rêkxistinên Piştgiriya Mafan û yên torên cuda di bultenê de bibînin. Hûn dikarin ji vir bigihîjin bultenê. 

Sernav: A World Where Everyone Is Equally Protected (Dinyayeke ku Her Kes bi Awayekî Wekhev Tê Parastin)
Îlustrasyona Bergî: Burcu Köleli