24/02/2025
Civîna dawî ya ku me 5-7ê kanûna pêşîn li Diyarbekirê organîzekirî, rê li ber 3 rojên têr û tije vekir ku me tê de hem pêvajoya bernameyê pêkve nirxand hem jî em ji hev hîn bûn. Ji rêkxistinan du nûner, axêverên vexwendî, dersdar û ekîba Piştgiriya Mafan jî tê de, bi tevahî 105 kes tev li civînê bûn.
Di plansaziya civînê de me bala xwe zêdetir da prensîbên giştgirî, peywendî û hînbûna pêkveyî. Me rêveçûna bernameyê hem bi çalakiyên ekîba Piştgiriya Mafan amadekirî hem jî bi çalakiyên rêkxistinên sûdgir pêk anî. Bi vî awayî bername ji qadeke nirxandinê wêdetir çû; bû xaleke hevdîtinê ji bo rêkxistinan ku hev nas bikin, xebatên xwe bi hev re parve bikin û rê li ber hevkariyên nû xweş bikin.
Sê rojan sax digel xebatên atolyeyê, aheng, panel û nîşandanên fîlman, me bi danişînên nirxandina bernameya Piştgiriya Mafan 20 çalakî pêk anîn.
🗓 Roja 1.
Axaftinên destpêkê ji Hafıza Merkezi Murat Çelikkan û ji Komeleya Heinrich Böll Stiftung Dawid D. Bartelt kirin. Piştre Prof. Dr. Nilgün Toker, di axaftina xwe ya bi navê “Pirgirêgên Rojane yên Tevgera Mafên Mirovan û Derfetên Têkoşîn/Desttêwerdanê” de bal kişand ser zehmetiyên wekî bertengbûna qada sivîl û kêmbûna fonan. Toker, em vexwendin pêkve-fikirînekê ji bo ku di bin van şertan de em bidin pey pratîkên nû yên têkoşînê.
Ji bo ku peywendiya navbera beşdaran bê zêdekirin û yên ku hêj hev nas nekirine hev nas bikin, bi moderatoriya yek ji berpirsyarên me yên meydanî Hilal Başak Demirbaşê, me çalakiyeke hevnasînê organîze kir.
Piştre di civîna ewil a Piştgiriya Mafan de Hülya Kurt û Olcay Özer derbarê serdanên xwe yên meydanî yên li pêvajoya tetbîqkirina du salan, pêvajoyên hîbeyê, xebatên pêşvebirina kapasîteyê û dahatûya bernameyê de nirxandinên xwe bi me re parve kirin.
Paşê me bi 6 çalakiyên cuda roja xwe bi dawî kir:
- Atolyeya Paşragihandinê (Elmas Yılan, Komeleya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Bêşidetiyê)
- Ev Lîstikeke Çawa ye? (Weqfa Jinûve-Azadî ji bo Zarokan a Tirkiyeyê)
- Ji Herêmê bo Herêmê (Komeleya Çandî Hunerî û Ekolojîk a Golayê)
- Peywendiya Hêvîder û Mafê Mirovan (Kerem Çiftçioğlu, Hafıza Merkezi)
- Xebatên Dîroka Devkî: Nîşandana vîde-fîlmê “Sê Odeyên Edaletê” û Gotûbêj (Komeleya Parastina Mîrata Çandî ya Diyarbekirê )
- Karkirina Hafizeyê (Damla Sandal)
Em êvarî jî li MORDEMê hatin cem hev. Piştî ku me belgefîlmê Dargeçitê temaşe kir, me bi derhêneran Berke Baş û Enis Köstepen re guftûgoyeke bikêf pêk anî. Em cardin sapasdar in bo ekîba Mordemê ku mafûvanî li nîşandana fîlm kirin.
🗓 Roja 2.
Me roja duyem bi nirxandina 5 civînên cuda yên tematîk berdewam kir ku me di vê maweya bernameyê de pêk anîbû. Panela ku bi moderasyona Balacan Ayarê pêk hat, em tê de li ser axaftinên van civînan û rûdanên piştî wê bi hev re fikirîn. Di panelê de ji Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê Dicle Müftüoğlu, ji Komeleya Dema Jinan Dilek Başalan, ji SPoDê Oğulcan Yediveren û ji Komeleya Hêviyên Rengîn Yeter Erel Tuma bi me re bûn.
Di dema mayî ya rojê de em cardin di danînên paralel de hatin cem hev:
- Dekolonîzekirina Civaka Sivîl? (Nil Delahaye)
- pisûleya aştiyê (Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê)
- Guhdariya Çîrokan: Pêşî xeyal paşê rastî (Tora Xebatên Zarokan a Diyarbekirê)
- Atolyeya Stasyona Civaka Sivîl (Hilal Başak Demirbaş & Balacan Ayar, Hafıza Merkezi)
- Atolyeya Nivîsînê ya Brailleyê (Komeleya Ragihandina Bêasteng)
- Nexşesaziya Stratejîk (Komeleya Eksi 25ê)
- Xuya Nexuya: Nîşandana Fîlmê Antolojiyeke (Oto)Sansurê û Gotûbêje bi Ekîbê re (Komeleya Sînemayê ya Altyazıyê)
- Guhdariya Dengbêjan (Dengbêj Sebrî Agirî, Komeleya Lêkolînên Kurdî)
🗓 Roja 3.: Nirxandina Giştî û Dawî (7ê kanûna pêşîn)
Me roja dawî bi temamî ji bo nirxandinê veqetand. Berpirsyarên me yên meydanî derbarê piştgirî, zehmetî, çalakiyên torî û geşedanên erênî de pêşkêşiyên xwe kirin. Paşê, dora gotinê hat ser rêkxistinên sûdgir. Me hemû pêkve pêvajoya bernameyê nirxand, me guh da tecribeyan û pêşniyaz wergirtin.
Civîna dawî ya Piştgiriya Mafan, derfeta hatina cem hev, hînbûn û mezinkirina hevgirtinê da. Em hêvî dikin ku di van sê rojan de peywendiyên sazbûyî û tecribeyên parvebûyî hevkariyên nav rêkxistinan xurttir bike û bibe îlham bo xebatên hevpar ên paşerojê.
Spasî bo her kesê beşdar, tevkar û tecribeyên xwe parve kirine!