04/03/2024

Me, Civîna Tora II. a Bernameya Piştgiriya Mafan (Piştgiriya Mafan) bi sernavê “Di Çarçoveya Mafên Zarokan de Hevgirtina Piştî Bobelatê û Çalakî” di 16ê Xizîranê de bi hevcivîna rêxistinên di qada mafên zarokan de xebatan dikin li Stenbolê li dar xist.

Çocuk Hakları Özelinde Afet Sonrası Dayanışma ve Faaliyetler toplantısından bir görüntü

Toplantıya Haklara Destek yararlanıcılarından Eksi 25 Derneği, Eşitlik İçin Dayanışma Derneği, Göç ve İnsani Yardım Vakfı, Mordem Sanat ve Ekolojik Yaşam Derneği, Nirengi Derneği, Önce Çocuklar Dernegi, Rengarenk Umutlar Derneği, Sulukule Gönüllüleri Derneği ve Türkiye Çocuklara Yeniden Özgürlük Vakfı katıldı. Ayrıca İstanbul’da faaliyet gösteren Bilgi Üniversitesi Çocuk Çalışmaları Birimi (ÇoÇa), Sosyal Güçlendirme için Spor ve Beden Hareketi Derneği (Bomovu) ve Tarlabaşı Toplum Merkezi de davetimizi kabul ederek toplantıya katkı sundu.

Çocuk Hakları Özelinde Afet Sonrası Dayanışma ve Faaliyetler toplantısından bir görüntü

Komale û weqfên wekî Komaleya Eksi 25, Komaleya Hevgirtin Ji Bo Wekheviyê, Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî, Komaleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê, Komaleya Nirengi, Komaleya Pêşî Zarok, Komaleya Hêviyên Rengûreng, Komaleya Xwebexşên Sulukuleyê û Weqfa Ji Bo Zarokan Dîsa Azadî ya Tirkiyeyê ku piştgiriya Bernameya Piştgiriya Mafan digirin, beşdarî civînê bûn. Her wiha Yekîneya Xebatên Zarokan a Zanîngeha Bilgiyê (ÇoÇa), Komaleya Tevgera Beden û Werzîşê ya ji bo Xurtkirina Civakî (Bomovu) û Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê ku li Stenbolê kar û xebatan dikin, vexwendina me qebûl kirin û kartêkirinek li civînê kirin.

Civîn, bi axaftina Rêveberê Komaleya Heinrich Böll Stiftung ê Tirkiyeyê Dawid D. Bartelt û Koordînatora Qadê ya Bernameya Piştgiriya Mafan a Navenda Hafizeyê Hülya Kurtê dest pê kir. Piştî axaftinên vekirinê ku bal kişandin ser giringiya hevkarî û hevgirtina ji bo têkoşîna demokrasiyê, em derbasî Panela Piştî Erdhejê Çalakiyên di Qada Mafên Zarokan de bûn. Ji Navenda Mafên Zarokan FİSAyê Ezgi Koman û li ser navê Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan a Amedê, ji Komaleya Xebatên Zarokan Barış Ekinci beşdar bû. Koman û Ekinci bi taybetî li ser xebatên piştî erdhejê sekinîn ka xebat di kîjan aliyî de û çawa meşiyan. Bi giştî anîn ziman ku bi lez û bez xwe rêxistin kirine, di nav xwe de karbeşî kirine û dest bi pratîkê kirine. Komên xebatê ava kirine û ji tecribeyên rêxistinên demildest dest bi karî kirine sûd wergirtine û hêza xwe ji hevdu girtine. Piştre panel ji bo tevkariya beşdaran hat vekirin û bi domahiya panelê, rêxistinên beşdar bi hevdu re tecribeyên xwe parve kirin. Rêxistinan ragihand ku dema ku ew bi zarokan re xebitîne, ji ber ku feydeya herî bilind û başbûna rûhiyeta zarokan dane pêşiya her tiştî, ew beşdarî xebatên xwepêşxistinê bûne, modul amade kirine, ligel pisporên xizmeta civakî û derûnnasan di nav têkiliyeke nêzîk de bûne. Her wiha behsa zehmetiyên xebata di vî warî de jî ku ji ber binpêkirinan rû dane kirin.

Çocuk Hakları Özelinde Afet Sonrası Dayanışma ve Faaliyetler toplantısında atölye çalışması görüntüsü

Di rûniştina duyem de, bi awayekî ku her kes bikare beşdar bibe û tevkariyê bike, behsa rêveberiya krîzê û domandina wê hat kirin. Mansur Seyitoğlu ji Şaxa Stenbolê ya Komaleya Pisporên Xizmeta Civakî (Shuder) û Ahmet Özdemir ji Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES), behsa çavdêrî û tecribeyên bijîşk û pisporên xizmeta civakî yên li qadê kirin û jê re çarçoveyek danîn. Di nav çarçoveya xwegihandina mafê tenduristiyê, cudakarî, xizanî û ewlehiyê de mafên zarokan hatin nîqaşkirin. Piştre li ser avantaj û zehmetiyên çalakiyên hevpar nîqaşek hat kirin. Di danişînê de ku ligel nîqaşa li ser zehmetiyên ji ber kêmasiya ragihandin/koordînasyonê rû dane hat kirin, li ser giringiya ragihandineke têrker û haydariya ji çalakî û xebatên hevdu axivîn. Her wiha hevgirtina rêxistinên mafparêz ya ligel rêxistinên alikariyên mirovî dikin, giringiya hevkariya rêveberiyên xwecihî û saziyên giştî û aliyên wê yên hêsanker û zehmetkêş hatin nirxandin.

Rêxistinên beşdar di danişîna dawî de dabeşî sê koman bûn û li gor nîqaşên her du danişînên ewil, nexşerêyek hat çêkirin. Li ser hevkarî û têkiliyên mihtemel û li ser şiyana danîn û nedanîna van têkiliyan fikirîn.

Em careke din ji ber beşdarî û tevkariya wan spasiya rêxistinên beşdar, panelîst û hemû vexwendiyan dikin.