20/12/2023

Me sêyemîn hevdîtina veguhestina tecrubeyan di 29ê îlonê de li ser xebatên meydanî kir ku rêkxistinên Piştgiriya Mafan “mînakên baş” ên di xebatên xwe de qal kirin. Eda Sevinin a ji Komeleya Lêkolînên Koçberiyê (GAR), Betül Atak û Zeynep Eliaçık ên ji Komeleya Kesên Azad (Yalnız Yürümeyeceksin) û Fatma Coşkun û Kemal Vural Tarlan ên ji Komeleya Xweza û Huner û Kulturê ya Kırkayakê (Kırkayak Kültür), tecrubeyên xwe yên li meydanê bi me re parve kirin.

Rêkxistinan qal kir ka serê pêşî çi dikirin, giringî bi çi didan û bi kîjan prensîban tevdigeriyan dema ku li meydanê li gel komên hedefkirî ên qada xebatê pêwendî datanîn. Yalnız Yürümeyaceksin di dema xebatên xwe de hewl dide atmosfera ewle û anonîmbûnê cîbicî bike, ji ber ku bi mebesta hevgirtina wan kesan ava bûbû ku mecbûr diman serê xwe bigirin, tûşî şidetê dibûn di mijara pêkanîna pratîkên dînî û awayên wê de, mafên wan ên perwerdehiyê dihatin astengkirin an jî rastî îzolasyona civakî dihatin. Betül Atak û Zeynep Eliaçıkê diyar kirin ku ew platformên cuda yên dîjîtal tercîh dikin ku ji bilî pêwendiya nameyan anonîmbûnê jî pêk tînin, rê li ber xwegihandina pevnivîsînan digirin. Eda Sevinin a ji GARê, diyar kir ku ew wek rêkxistineke qada koçberiyê, di xebatên meydanî de hin prensîbên etîkê yên “prensîba zerarnedayînê” li ber çavan digerin. Bo nimûne, bi taybetî ji bo veşartina nasyarbûna kesan a di xebatên qada koçberiyê de li ser giringiya anonîmkirina pirtebeqeyî axivî. Bi zanyariya ku hûn nikarin her tim bersiva pirsên parçeyekî xebata xwe bidin, amaje pê kir divê mirov li meydanê be û bersivnedayîn jî mafek e û diyar kir ku giring e mirov rêzê li maf û azadiyên kesên hevdîtinê yên li meydanê bigire. 

 Fatma Coşkun û Kemal Vural Tarlan ên ji Kırkayakê, qal kirin ka çi zehmetî dîtin dema li gel komên hesas ên wan bajarên di bin bandora erdhejê de û ên taxeke %70yê nifûsa wê penaber û dom xebitîn, demeke dirêj e mayîna wan a li meydanê tevkariyeke çawa di mijara qada ewle û prensîban de li komeleyê kiriye, û xebatên wan ên li gel komên livbar û metoda wan a hevdîtina herikbar a ji ber pêdiviyên meydanê çawa bûye.

Hevdîtineke din a Veguhestina Tecribeyan dê 20ê çiriya pêşîn li ser bernameyên bûrsê be.