09/11/2023

Di bin banê bernameya pêşxistina kapasiteyê ya Piştgiriya Mafan de, di 28ê Nîsanê de ji aliyê Derya Göçerê ve “Lêkolîn ji bo Saziyên Civaka Sîvîl: Kargeha Parêzvaniyê Ji Daneyan Ber Bi Delîlan” hat lidarxistin. Göçerê, bi beşdariya rêxistinan di domahiya kargeha 4 rojî de li ser têkiliya di navbera dane û parêzvaniyê û awayê bikaranîna daneyan yê bi armanca parêzvaniyê axivî.  Her wiha, ji bo başkirina çawanî û balkêşiya lêkolînan, ligel rêxistinan bi awayekî pratîkî behs kir ka dikarin sepanên kodkirin û grafikan yên berdest û bêpere çawa bi kar bînin.

Naveroka Kargehê: 

Têkiliya dane û parêzvaniyê
Lêkolîn ji bo parêzvaniyê – Mînakên baş
Daneyên bêbudçe
Kodkirin bi kêrî çi tê?
Ew çawa dikarin kodkirinê bikin?
Sepana kodkirinê (taguette)
Mînakên baş
Şablona raporê
Berbelavkirina raporê 

Kargehên me dê bidomin.

Atölye çalışmasında Zoom'da çekilmiş bir fotoğraf. Kamerasını açan 25 katılımcının yüzleri gözüküyor.