16/01/2024

Serdema tetbîqkirinê ya Bernameya Piştgiriya Mafan, 12-14ê kanûna paşîn a 2023yan bi civîna ewil a li Stenbolê dest pê kir. Me civîn bi beşdariya 41 rêkxistinên sûdwergir ên xwedî xebatên mafparêz, bi awayekî rûbirû û online pêk anî.

Axaftina destpêkê ya bernameyê ji aliyê Mario Mažić (Weqfa PeaceNexus) bi sernavê ““Derfetên Hevgirtinê di ser Torên Rêkxistinên Mafparêz re” pêşkêşkirin. Mažić behsa wan mijaran kir ka rêkxistin bi kîjan motîvasyonan têne cem hev û li gel hev dimînin û ka afirandin, veguherandin, dengkirin û parçeyek ji bitûniyê ya pekve çi ye. Dema behs dikir, bal kêşa ser cudahiya navbera hevgirtin û berjewendiya hevpar jî û fikr û tecribeyên xwe neqil kirin bê ka avakirina torekê û domandina wê di bin kîjan şertan de mimkin e.