20/12/2023

Rêkxistinên sûdgir ên merhaleya duyem a Bernameya Piştgiriya Mafan diyar bû ku ev bername ji aliyê Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin û ji aliyê Navenda Hafizeyê û Heinrich Böll Stiftungê ve tê birêvebirin. Em spasiya hemû rêkxistin serlêder ên Piştgiriya Mafan dikin ku armanca wê ew e ji 2023yan pê de piştgiriya pêşdebirina kapasîteyê û hîbeyê bide 41 saziyan.

Di bernameya dusalane de, ku di serî de Stenbol û Diyarbekir ji 13 bajarên cuda rêkxistinên sûdgir tê de hene, 36 temsîliyetên qadên cuda yên mafparêziyê hene. Di civîna vekirinê ya kanûna paşîn de em dê digel rêkxistinên sûdgir bêne cem hev û em dê fersendê bibînin ku li ser hûrgiliyên serdema tetbîqkirinê biaxivin.

Rêkxistinên Sûdgir

Komeleya Sînemayê ya Altyazıyê
Komeleya Lêkolînên Kulturî bo Aştiyê
Komeleya Alîkariya Hiqûqî li dijî Şideta Zayendî
Komeleya Çavdêrî û Astengkirina Karkeriya Zarokan
Komeleya Hevgirtinê ya Jinan
Komeleya Otîzmê ya Denizliyê
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê
Komeleya Parastina Heyberên Kulturî û Siruştî ya Diyarbekirê
Komeleya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê
Komeleya Eksi 25ê
Komeleya Ragihandina Bêasteng
Komeleya Hevgirtinê ji bo Wekheviyê
Komeleya Lêkolînên Koçberiyê
Weqfa Koçberiyê û Alîkariya Mirovî
Komeleya Lezbiyen Gey Bîseksuel Transseksuel Înterseksuel ji bo Maf Wekhevî û Hebûnê
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan
Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan
Weqfa Îsmaîl Beşîkçî
Komeleya Dema Jinan
Komeleya Şêwirîn û Hevgirtina Jinan a Katreyê
Komeleya Kultur Huner û Siruştê ya Kırkayakê
Komeleya Lêkolînên Kurdî
Komeleya Xizm û Merivên Lezbiyen Gey Bîseksuel Trans Înterseks + 
Komeleya Hevkariya Jinan a Mêrdînê
Weqfa Perwerdehî Zanist Huner Tenduristî û Kulturê ya Mezopotamyayê
Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê
Komeleya Nirengiyê
Komeleya Pêşî Zarok
Komeleya Takekesên Azadîparêz
Komeleya Hevgirtinê ya LGBTI+ ya Pembe Hayatê
Komeleya Hêviyên Rengîn
Komeleya Ciwanên Roman
Komeleya Jinan a Rosayê
Komeleya Mafê Tenduristiyê
Komeleya Xebatên Polîtîkaya Civakî, Nasnameya Zayendê û Meyla Zayendî
Komeleya Xwebexşên Sulukuleyê
Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçi
Komeleya Kampanyaya Cilûbergên Paqij
Weqfa Cardin Azadî bo Zarokan a Tirkiyeyê
Komeleya Astengdarên Bihîstinê û Malbata Wan a Wanê
Komeleya Kultur Huner û Ekolojiyê ya Yaylayê (Gola)

Serlêdanên bo Bernameya Piştgiriya Mafan saet 17.00 ê 30ê Hezîrana 2022yan bi dawî bûn û di serî de Stenbol, Diyarbekir û Enqere, bi giştî ji 38 bajaran 163 serlêdan hatibûn.