20/12/2023

Serdema tetbîqkirina Bernameya Piştgiriya Mafan, bi civîna me ya li Stenbolê ya di navbera 12-14ê kanûna paşîn a 2023yan de dest pê kir. Me civîn bi beşdariya rûbirû û online ya 41 rêkxistinên sûdgir ên xwedî xebatên mafparêziyê pêk anî. Di bernameya 3 rojî de me derbarê serdema tetbîqkirinê de civînên agahdariyên teknîkî, danişînên komên hevgirtinê û forûmek pêk anî. Digel Tuğçe Bahadır û Aysun Koca yên Komeleya Navenda Pêşdebirina Civaka Sivîl, Özge Konuralp a ji ekîba TACSO Tirkiyeyê jî tev li civîna me ya vekirinê bûn. 

Di danişîna ewil de me guh da Alexander Frickeê Serokê Beşê yê Civaka Sivîl, Mafên Bingehîn, Darêzgêrî û Karên Navxweyî yê delegasyona Tirkiyeyê yê Yekîtiya Ewropayê, Semahat Sevim a Berpirsyara Bernameya Piştgiriya Mafan a Heinrich Böll Stiftungê û Murat Çelikkan ê Koordînatorê Piştgiriya Mafan û Dîrektorê Navenda Hafizeyê. Axêverên destpêkê peyamên xwe yên piştgiriyê neqil kirin bo pevrebûna me ya du salan a li gel rêkxistinên sûdgir.

 

Semahat Sevim kürsüden konuşmasını yaparken

Di civînên teknîkî yên durojî de, ekîba Piştgiriya Mafan di temamê serdema tetbîqkirinê de agahiyên mifadar bo kesên sûdgir parve kirin. Me roja ewil plansaziya projeyê, raporkirin, guherandina budceyê û nîqaşên cuda yên fînansî bi dawî kirin. Me sibeha 13ê kanûna paşîn jî danişîna ewil bo mijarên wekî Pergala Rêvebirina Hîbeyê ya HAFIZEyê, pêşdebirina kapasîteyê, torên hevgirtinê û xuyabûnê veqetand. Her weha me di herdu rojan de maseyeke fînansê bo rêkxistinên sûdgir saz kir ku karibin pirsên xwe yên derbarê mijarên budce û fînansê de bikin, bi vî awayî me qadeke rasterast a pirsyarkirinê bo rêkxistinan ava kir.

Di danişîna dawî ya 12ê kanûna paşîn de jî, rêkxistinên sûdgir digel berpirsyarên sehayê hatin cem hev û wê fersendê bi dest xistin ku hev nas bikin û bi hûrgilî li ser du salên pêş me biaxivin.

Di merhaleya duyem a Piştgiriya Mafan de hedefa me ya ewil avakirina qadekê ye bo rêkxistinên mafparêz ên biçûk û navincî ku bikarin li hember îhlalên mafan pêkve têkoşîna xwe xurttir bikin û tev li torên hevgirtinê bibin û kapasîteyên xwe yên li ser van toran baştir bikin. Ji ber vê sedemê me di civîna vekirinê de du danişînên cuda organîze kirin ku em bikarin nîqaşa torên hevgirtinê bikin.

 

Mario Mazic kürsüden açılış konuşmasını yaparken

Di mijara taybet a torên hevgirtinê de, Mario Mazic (Weqfa PeaceNexus) bi axaftineke bi sernavê “Derfetên Hevgirtinê li nav Rêkxistinên Mafparêz” bername da destpêkirin. Mazic li ser wan mijaran axivî bê ka motîvasyonên hevgirtin û civînê yên rêkxistinan çi ne, hilberandin, veguherandin û deng derxistina pêkve û bûna parçeyê bitûnekê tên çi wateyê. Wî qala fikr û tecrubeyên xwe kir bê ka avakirina torekê û domandina wê di bin kîjan şert û mercan de mimkin e.

Panela bi navê “Hevbeşiyên Bihêzker di Qada Sivîl de: Torên Hevgirtinê” ya piştî axaftina Mazic, bi moderatoriya Balacan Ayar a ji ekîba Piştgiriya Mafan dest pê kir. Di vê panelê de Burcu Ballıktaş Bingöllü ya ji Tora Hevgirtinê ya Parêzvanên Mafên Mirovan, Dejan Markovic ê ji ERGO Networkê, İlknur Üstün a ji Koalîsyona Jinan û Isabelle Boittin û Gülşah Kurt ên ji Protect Defendersê beşdar bûn. Beşdaran di ser tecrubeyên xwe re behsa giringiya pêkvebûnê kir, diyar kir ka ji bo berdewamiya toran çi tê kirin û li ser wê axivîn ka mirov çawa dikare bi awayekî profesyonel û/an jî xwebexş tev li toran bibe û bandora van tercîhan li toran çi ye. Ji aliyê din jî, li ser wê nîqaş kirin bê ka torên hevgirtinê li hember rejîmên otorîter û zordest dikarin çi bikin û sînorên toran û qadên ku vekirine çi ne.

 

Panelistlerin bir arada olduğu bir fotoğraf. Soldan sağa:  moderatör Balacan Ayar, iHSDA'dan Burcu Bingöllü Ballıktaş, ERGO Network'ten Dejan Markovic ve Kadın Koalisyonu'ndan İlknur Üstün.

Dawiya roja duyem di çarçoveya Projeya Hemû Pêkve ya Anadolu Kültürê de, bi beşdariya Beril Sönmez û Ekin Su Birinci yên ji Anadolu Kültürê û Esin Epli ya moderatora lîstikê, me lîstika qutiyê ya “Ji bo Guherînê Bilîze” digel rêkxistinên sûdgir ceriband ku saziyên Tirkiye û Almanyayê temayên vê lîstikê pêkve hilbijartine  û di bin temaya giştgirî û têkoşîna li dijî cihêkeriyê de bi hevbeşî bi pêş de birine.

Roja dawî jî bi moderatoriya Olcay Özer a ji ekîba Piştgiriya Mafan û tevkariya rêkxistinên sûdgir, me forûmeke pêk anî ku tê de rêkxistinan qal kirin bê ka ji bernameya dusalî çi hêviyên wan hene û daxwazên xwe bo me ragihandin. Bi vî awayî em hatin dawiya civîna xwe ya vekirinê. Slogana “Hewcehiya Me bi hev Heye” ya civîna ewil a girtinê ya Piştgiriya Mafan, me di amadekirina vê civîna vekirinê de jî her tim di bîra xwe de hişt. Di vê pêvajoya zehmet de bi wesîleya Piştgiriya Mafan, em heyecana xwe careke din digel rêkxistinên nû yên sûdgir dijîn, ji ber ku em li nik hev in û em pêkve bihêz dibin û hereket dikin.

Em ji vir careke din serdemeke tetbîqkirinê ya têr baş û hevgirttî bo rêkxistinên sûdgir dixwazin.

 

41 yararlanıcı örgütün haklara destek ekibiyle toplu fotoğrafı