24/02/2025
Me 5. ango dawîtirîn civîna xwe ya di çarçoveya Piştgiriya Mafan de organîzekirî bi sernavê “Azadiya Rêkxistinbûnê: Serrastkirin, Sînordarkirin û Têkoşîn” di 4ê kanûna pêşîn de bi beşdariya 26 kesan li Diyarbekirê bi awayekî rûbirû kir. Ji Holende û Macaristanê du nûner tev li civînê bûn. Bi vî awayî me derfeta nîqaşê dît ku wê rojê sax di nav çarçoveya azadiya birêxistinkirî ya li Tirkiyê û dinyayê de li ser hemû nîqaş û geşedanên rojane biaxivin.
Ji Komîteya Helsînkiyê ya Macaristanê András Léderer, ji Kolektîfa Ewlehiya Mirovî Thalia Malmberg û ji Weqfa Sektora Sêyem a Tirkiyê Duygu Doğan, bi tevkariyên xwe civîn dewlemendtir kirin û Komeleya Astengkirin û Şopandina Karkeriya Zarokan, Komeleya Otîzmê ya Denizliyê, Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê, Komeleya Ragihandina Bêasteng, Komeleya Lêkolînên Koçberiyê, Komeleya Mafê Tenduristiyê, Komeleya Kampanyaya Kincên Paqij û Komeleya Astengdarên Bihîstinê û Malbatên wan beşdar bûn. Herweha Komeleya Çand Huner û Edebiyatê ya Jinan, Komeleya Akademiya Jinan a Diyarbekirê û Komîsyona LGBTI+ ya Baroya Diyarbekirê jî vexwendina me qebûl kir û tevkarî li civînê kirin.
Di panela bi navê “Dînamîkên Herêmî û Cîhanî di Azadiya Rêkxistinbûnê de: Sînor û Stratejiyên Hiqûqî di Çarçoveya Tirkiye, Macaristan û Navneteweyî de” András Léderer, Thalia Malmberg û Duygu Doğan ji me qala encamên raporên rêkxistinên xwe û mînakên cuda yên qadên xwe yên xebatê kirin û diyar kirin ku qada sivîl rastî destwerdanên keyfî û krîmînalîzasyonê hatine. Me derfeta nîqaşê peyda kir ku di ser tecribeyên civaka sivîl ên Tirkiyê û welatên cuda re pêkutiyên li ser civaka sivîl çawa bi ceza û desteserkirinên demdirêj hatiye zêdekirin û mafê birêxistinbûnê çawa bi hewlên krîmînalîzasyonê hatiye binpêkirin. Di nîveka duyem a panelê de me behsa giringiya parvekirina tecribeyan û berbiçavkirina pêkutiyan ên li hemberî van hewlên bêzarkirinê kir û vekola ka berpirsyariyên van rêkxistinan (ên mihtemel) çi ne. Em li ser axivîn ku hevgirtin û têkoşîna pêkve li hember belavbûna tirsê li cihekî giring disekine û hewcehî bi hevkarî û mitefîqiyê heye. Piştî nîvro jî li dor mijarên nîqaşên yên panelê rê li ber wan vekirî, me komxebat pêk anî. Me derfeta nîqaşê peyda kir ku bizanin ka kapasîteyên torên hevgirtinê dikare ça bê pêşvebirin, çawa kampanya bê birêvebirin, pirsgirêkên mihtemel ên toran dê çawa bê çareserkirin.
Em cardin gelek spasdar in bo hemû rêkxistinên beşdar ên civînê, ji bo şirove û tevkariyên wan ên hêja.