15/04/2024

Me hevdîtina pêncemîn a parvekirina tecribeyan di 23yê çiriya paşîn de pêk anî ku rêkxistinên Piştgiriya Mafan li wir behsa “mînakên baş” ên xebatên xwe û fealiyetên alîkariya mirovî kirin. Komeleya Kultur Huner û Siruştê ya Kırkayakê (Kırkayak Kultur), Komeleya Hevkariya Jinan a Mêrdînê (MOKİD) û Komeleya Hevgirtinê ya LGBTI+ ya Pembe Hayatê (Pembe Hayat) wek rêkxistinên mafparêz behsa tecribeyên xwe yên alîkariya mirovî kirin.

Kemal Vural Tarlan ê ji Kırkayak Kulturê behs kir ku komeleya wan bo xebatên kulturî hatiye avakirin lê nexasim li gor daxwaz û pêdiviyên taxa ku xebatên xwe li wir dikin, dest bi alîkariyên mirovî yên mafparêz dikin. Diyar kir ku bi kultur û hunerê hewl didin “jiyanê biparêzin.” Tarlanê ku bal kişand ser vê yekê ku divê alîkariya mirovî li gel fealiyetên parêzvaniyê bê birêvebirin, behsa xwendinên xwe yên derbarê mafparêziya alîkariya mirovî û analîzên ji ber pêdiviyên berdewam kir. Kırkayaka ku qal kir ji serî de li gel domên penaber ên Sûriyeyî yên taxa Kırkayakê di nav hevgirtinê de ne, ji dema erdhejê heta niha alîkariya nêzî 3 hezar kesan kiriye.

Hülya Çelebioğlu ya ji Komeleya Hevkariya Jinan a Mêrdînê (MOKİD), behs kir ku piştî erdhejê Mêrdîn tevî ku ne herêma erdhejê bû jî, ji ber koçberiyê wekî herêma erdhejê hatiye îlankirin û bi qasî 20-30 hezar erdhejzede hatine Mêrdînê û wan mehekê sax xwarinê li deh hezaran mirovan belav kirine. Ragihand ku di pêwendî û alîkariyê de berdewam bûne li gel kesên ku wan alîkariya wan kiriye. Bal kişand ser giringiya lêkolerên civakî bê ka çawa dikarin bigihîjin kesên xwedî pêdiviyan. Çelebioğluya ku diyar kir li gor pêdiviyên cuda piştgiriyên xwe yên civakî, hiqûqî û ekonomîk berdewam dikin ji bo komên cuda yên bi dezavantaj û di serî de ji bo jinan, nexasim di ser alîkariya zadî re nimûne dan ku ev piştgirî bi awayekî kolektîf pêk tên. 

Evrim Demirtaş a ji Komeleya Hevgirtinê ya LGBTI+ ya Pembe Hayatê (Pembe Hayat) behsa Cildanka Dilek İnceyê kir ku çawa piştgiriya cilûbergan li gelek bajarên Tirkiyeyê dide kesên xwedî pêdivî û LGBTI+yên girtî (dema girtî dibin cihê behsê, bi taybetî di ser tora parêzeran, CİSST û nameyan re). Demirtaşa ku qal kir pêşekiya wan bo xebatên mafparêziyê ye, diyar kir ku di nav alîkariya mirovî de carina ev perspektîf tê piştguhkirin. Behs kir ku ev piştgiriya ku bi temamî bi bexşan berdewam dibe, piştî erdhejê hinekî din zêdetir bûye. Bi lêv kir ku nexasim piştî erdhejê, bi lez li gel Hevgirtina Lubunyayan a Enqereyê bi rêkxistin bûne û digel piştgiriya hiqûqî û berpirsyariyên piştgiriya cilûbergan bi saya vê yekê bi dest xistine.