15/04/2024

Me hevdîtina şeşemîn a parvekirina tecribeyan 1ê sibatê pêk anî ku rêkxistinên Piştgiriya Mafan li wir behsa “mînakên baş” ên xebatên xwe kirin. Komeleya Sînemayê ya Altyazıyê, Weqfa Îsmaîl Beşîkcî û Komeleya Kultur Huner û Ekolojiyê ya Yaylayê (Gola) beşdarî civînê bûn û derbarê avakirin û berdewamkirina dezgehên îqtisadî de tecribeyên xwe parve kirin.