15/04/2024

Bi organîzasyona me ya heftemîn a 6ê adarê, rêkxistinên Piştgiriya Mafan hatin cem hev, qala “mînakên baş” ên xebatên xwe kirin û tecribeyên xwe parve kirin. Di hevdîtinê de avakarên Tora Xebatên Zimanê Kurdî, Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, Komeleya Lêkolînên Kurdî, Weqfa Mezopotamyayê û Enstîtuya Diyarbekirê bo Lêkolînên Siyasî û Civakî bi me re tecribeyên xwe parve kirin.

Tora Xebatên Zimanê Kurdî di 24ê kanûna pêşîn de, bi paneleke bi navê “Duh, Îro û Siberoja Kurdî” ya li fûara kitêban a Diyarbekirê, avabûna xwe ragihand. Tora Xebatê di vê panelê de diyar kiribû ku dê li ser mijarên wekî parastin, pêşdebirin û standardîzasyona zimanê kurdî xebatên xwe bi rê ve bibe. Di hevdîtinê de jî her rêkxistinek ji perspektîfa xwe ji bo 18 beşdaran qal kir ka çawa hatine cem hev, çima hewcehî bi toreke weha dîtine û di maweya avakirinê de nexşerêyeke çawa dane ber xwe.