09/11/2023

Di çarçoveya bernameya geşkirina kapasîteya Piştgiriya Mafan de ji bo saziyên sîvîl, me di mijara bikaranîna karîger ya medyaya dîjîtal de webinarek bi rê ve bir ku pisporê ragihandinê Kenan Dursun 2 saetan ders da. Kenan Dursun ji bo saziyên civaka sîvîl behsa rê û stratejiyan kir ka ew çawa dikarin stratejiyên xwe yên ragihandinê pêş bixin û mîsyonên xwe bigehînin cemawereke berfirehtir. Webinar bi beşdariya temsîlkarên 28 saziyên civaka sîvîl pêk hat yên ku dixwazin hebûna xwe ya dîjîtal ava bikin û/yan jî hêzdar bikin. 

Ji meha Rêbendanê ve rêzewebinarên ku me di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Mafan de bi rêk xistî, me bi meha Xizîranê li gel Hatice Kapusuzê bi babeta Fikirîna li Ser Belgenameyên Polîtîk li Rêxistinên Mafên Mirovan dest pê kir. Meha Tebaxê jî li gel Mert Koçakî me bi babeta Podcasteke Serkeftî Çawa tê Hazirkirin? berdewam kir. Di demên pêş de li gorî pêdiviyên saziyên sîvîl dê webinarên me berdewam bikin.