22/07/2024

Me dehemîn hevdîtina parvekirina tecribeyan 27ê hezîranê di saet 15.00 de organîze kir ku rêkxistinên Piştgiriya Mafan li wir behsa “mînakên baş” ên xebatên xwe kir. Di hevdîtinê de Navenda Bêşidetiyê, Hêvî LGBTİ+ û Tora Hevgirtinê ya Parêzvanên Mafê Mirovan (İHSDA) tecribeyên xwe yên li ser xweşguzariyê (esenlik) bi beşdaran re parve kirin. Derfeta me çêbû ku em bi awayekî berfireh biaxivin û guhdarî bikin ka rêkxistinên beşdar û tor xebatên çawa li ser xweşguzariyê bi rê ve birine, xweşguzarî çawa anîne rojevê.