24/02/2025
Me dozdehemîn hevdîtina parvekirina tecribeyan di 9ê çiriya pêşîn, saet 16:00an de organîze kir ku rêkxistinên Piştgiriya Mafan li wir behsa “mînakên baş” ên xebatên xwe kir. Di hevdîtinê de ji Komeleya Mafên Mirovan a Jinan Ezel Buse Sönmezocak, ji Komeleya Polîtîkayên Civakî ya Xebatên Nasnameya Zayendî Meyla Zayendî Burcu Başaran, û ji Navenda Bîrgehê İdil Özcan tecribeyên xwe bi me re parve kirin.
Me li gel tevkarî/parvekirinên rêkxistinên çavdêr/parêzvan ên mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî (ku di heman demê de tevkarî li raporan kirin), nîqaşeke sûdewer bi rê ve bir.