Göç İzleme Derneği

Stenbol


Komeleya Şopandina Koçê

Komeleya Şopandina Koçê (Göç-İz) sala 2016an li Stenbolê hat avakirin bi armanca ku hevgirtineke civakî ya aktîf saz bike di navbera wan girseyên mirovan de yên bi giştî tûşî koçê û bi taybetî tûşî koça mecbûrî bûne, û daxwazên mexdûrên koçberiyê yên bo jiyaneke mirovî pêk bîne. 

Hedefa komeleyê ya li ser vê armancê ew e ku piştgiriya kesên cîşihitî yên di nav welêt de bike di lêgerîna wan a edaletê de, binpêkirinên mafên bingehîn ên ji ber kiryarên koçberkirina mecbûrî di raya giştî de berçavtir bike û derbarê pirsgirêkên civakî, ekonomîk û psîkolojîk ên welatiyan di dema bicihûwarkirinê de hesasiyetekê çêbike, mexdûriyetên kesên tûşî binpêkirineke zêde ya mafên mirovî hatî bide nasandin û tevkariyê li başbûna wan bike. Bi vî awayî meyla serekî ew e ku piştgiriya xwegihandina mafên bingehîn ên wan kesan bike ku salên 1984-2016an ji cih û warên xwe hatine derxistin û hevgirtina civakî zêdetir bike.