Mezopotamya Dil ve Kültür Araştırmaları Derneği

Diyarbekir


Komeleya Lêkolînên Zimanî û Çandî ya Mezopotamyayê

Bi navê xwe yê kurt MED-DER, ji sala 2017an vir ve ye bûye pireyek ji bo ku ziman, çand, bawerî û nasnameyên li herêmê pêkve bijîn. Ji bilî van fealiyetan, li ser mafên zarok, jin û mirovan jî xebatan bi rê ve dibe û wek navendeke li Diyarbekirê, pêwendiyên wê yên nêzîk li gel bi sazî û dezgehên eleqedarî mafên jin û zarokan heye.

Komele bi vê helwestê atolyeyên ziman, perwerdehî û wergerê saz dike, materyalan bo van atolyeyan amade dike, komxebat û semîneran pêk tîne; panel û sempozyûman ji bo perwerdehiya zimanê dayîkê çêdike; panelan ji bo xizmeta anonsa pirzimanî ya li fuarên kitêban û perwerdehiya çand û zimanê dayîkê pêk tîne. 

Komele herweha xizmeta wergerê dide saziyên ku daxwaz dikin; berhemên devkî û nivîskî yên edebiyata kurdî berhev dike û xebatên hevpar li gel saziyên cuda dike.