Sağlık Hakkı Derneği


Komeleya Mafê Tenduristiyê

Komeleya Mafê Tenduristiyê ya ku 1ê kanûna pêşîn a 2020an wekî înisiyatîfeke sivîl hat avakirin, ji 28ê îlona 2021ê vir ve bû komele û xebatên xwe berdewam dike.

Armanca Komeleya Mafê Tenduristiyê ew e ku bi rêya xebatên parêzvanî, haydarî û pêşdebirina kapasîteyê ya derbarê mafên tenduristiyê û xwendewariya tenduristiyê de, bandorê di raya giştî de û li ser biryarderan bike, piştgiriya sazî û kesan bike, tevkariyê li lîteratura neteweyî bike û binpêkirinên mafê tenduristiyê bîne asta herî kêm.

Bo piştgiriya hiqûqî û derûnî ya bêpere di mijara binpêkirinên mafê tenduristiyê de, serî li saziyê bidin.