Türkiye Çocuklara Yeniden Özgürlük Vakfı


Weqfa Cardin Azadî bo Zarokan a Tirkiyeyê

Weqfa Cardin Azadî bo Zarokan a Tirkiyeyê (TCYOV), di sala 1992yan de hatiye avakirin. Bi rêya parastina mafên bingehîn ên zarokên di pergala edaletê û di bin talûkeyê de û bi vîzyona bigihîjin civakeke wisa ku ti zarok ji azadiya xwe bêpar nemînin, çalakiyên xwe li ofîsa navendî ya Stenbolê û şaxa Îzmîrê berdewam dike.

 

TCYOV, xebatan bi rê ve dibe ji bo ku modelên wisa saz bike ku dibe asteng zarokên di bin talûkeyê de bikevin pergala edaletê û zarokên di sîstema edaletê de biparêze; tevkariyê li wan saziyan bike ku xizmetê bo zarokên di sîstema edaletê û di bi talûkeyê de dikin da di lehê zarokan de bihêz bibin; bandorê li veguherîna mafparêz a nêrîna hemberî zarokên di pergala edaletê bike û bi rêya parêzvaniyê tevkariyê bike ku pergala edaleta zarokan bigihîje standardên mafên zarokan ên navneteweyî.