Van İşitme Engelliler ve Aileleri Derneği


Komeleya Astengdarên Bihîstinê û Malbatên Wan a Wanê

Ji 2007an vir ve ye li herêmê ji bo wê yekê dixebite ku astengdarên bihîstinê û malbatên wan bêyî cihêkarî bê kirin û zayenda civakî, nîjad, ziman, dîn li ber çavan bê girtin, bigihîjin maf û fersendên wekhev. Çavdêrî, raporkirin û parêzvaniyê dike ji bo ku cihêkariya hemberî astengdaran bê astengkirin, rêza bo maf û cudahiyên astengdaran bê başkirin û astengdar mifayê ji fersendên wekhev wergirin. Tevkariyê dike ku di nav saziyên civaka sivîl de qadên hevpar ên xebatê ava bike û tora veguhastina zanyariyan xurttir bike.