20/12/2023

Bernameya Piştgiriya Mafan (Piştgiriya Mafan), ji aliyê Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê ve tê fînansekirin û sepaneke bin-hîbeyê ye ku ji aliyê Navenda Hafizeyê û Heinrich Böll Stiftungê ve tê birêvebirin. Piştgiriya Mafan a ku li Tirkiyeyê piştgiriya 41 rêkxistinên biçûk û navincî dike, hîbeya saziyan û piştgiriya pêşdebirina kapasîteyê ji bo rêkxistinan dabîn dike.

Pêngava pêşdebirina kapasîteyê ya Piştgiriya Mafan di 1ê kanûna paşîn a 2023yan de dest pê kir û dê du salan bidome. Ji bo vê pêngavê em dixwazin bigihîjin pisporên qadên cuda ku dê piştgiriyê bo rêkxistinan dabîn bikin. Pispor dê li gor analîzên ku em aniha didomînin û dê di demeke nêz de bi dawî bibin, dê yek bi yek bi rêkxistinên xwedî hewcehiyan re bixebitin. Ji bo ku hûn tev li tora pisporan bibin, hûn forma li vê derê dagirin.

▪️ Dê serlêdana wan kesên form bê kêmasî dagirtî bê qebûlkirin.

▪️ Dema dawî bo serlêdanê: 1ê Nîsana 2023yan, 17.00.

▪️ Zimanê serlêdanê tirkî ye.

▪️ Hûn dikarin pirsên xwe yê derbarê serlêdanê de ji basvuru@haklaradestek.org' re binivîsin. 

Spas ji bo ku we dema xwe veqetand.