09/11/2023

Bultena ku me di çarçoveya Piştgiriya Mafan IIyê de hazir kirî, me serenavê wê “Dijî Qetlîamên Siruştê Parastina Jiyanê” danî. Saziyên sîvîl û parêzvanên jiyanê dijî qetlîamên siruştê yên li Akbelen, Cûdî û Lîceyê jiyanê diparêzin û têdikoşin. Di vê qonaxê de jî têkoşîn û fealiyetên saziyên sîvîl û parêzvanên jiyanê yên dijî şewata daristanan û birîna daran derketin pêş û berdewam dê derkevin pêş.

Di ser bernameyê re 8 meh bihurîn û rêxistinên girêdayî Piştgiriya Mafan xebatên xwe yên li gel pisporan yek bi yek didomînin. Bi kargeh û webinarên me yên ji bo pêşvebirina kapasîteya saziyên sîvîl hatî hazirkirin û civînên me yên parvekirina tecribeyan yên me meha Tebaxê dest pê kirî, berdewam dikin. Beriya îsal temam bibe, ji bo pêşvebirina hevkariyê û bihêzkirina peywendiyên li gel torên mafparêz, em ê civîna duyem ya toran pêk bînin. Babeta vê civîna toran dê mafên LGBTİ+an be. Li vê derê berdest e.

Berg: Embrace Earth, Protect Our Future (Gerestêrkê Himbêz Bikin, Siberoja Me Biparêzin)
Xêzkirin:  Zofia Chamienia