15/04/2024

Me civîna ewil a sala duyem a Bernameya Piştgiriya Mafan di 9ê Sibatê de li Diyarbekirê li ser mijara mafê zimanê dayîkê pêk anî. Ji ber ku 21ê sibatê roja zimanê dayîkê ye, me civîn di meha sibatê de çêkir. Bi vî awayî ji bo ku em berî roja zimanê dayîkê hinekî din li ser nîqaşên berdewam hûr bibin û pêkve bifikirin, me saziyên di vê qadê de anîn cem hev. Hûn di berdewama bultenê de dikarin bigihîjin hûrgiliyên derbarê civînê de.

Me temaya bultena xwe ya xwe heftemîn jî di nav çarçoveya mafê zimanê dayîkê de pêk anî. Jêwergirana ku hûn di bergê de dibînin, ji axaftina Hacer Özdemira aktîvîsta TJAyê ye ku di panela me ya bi navê “Têkoşîna bo Mafê Zimanê Dayîkê li gor Tecribeyên Cuda” de bi lêv kiriye.

Ji aliyê din ve, salvegera yekem a erdhejên 6ê sibatê ye ku navenda wan Mereş bû û tesîr li Tirkiye û Sûriyeyê kiribûn. Erdhejên ku salek di ser wan re bihuriye, zêdetir bi keda civaka sivîl birînên wan tên pêçan. Qismekî rêkxistinên Piştgiriya Mafan jî li herêma erdhejê û/an jî li bajarên xwe ji bo erdhejê dixebitin. Di berdewama bultenê de hûn dikarin li hûrgiliyên van xebatan binêrin.

Hûn dikarin ji vir bigihîjin bultenê. Bulten bi zimanê tirkî û îngilîzî ye.

Sernav: "Cihê ku zimanê dayîkê lê neyê axaftin, jiyan bi tevahî nayê birêxistinkirin." Hacer Özdemir 
Xêz: Ceren Suntekin