15/04/2024

Me civîna III. a di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Mafan (Piştgiriya Mafan) de, bi navê “Têkoşîna li hemberî Astengiyên Mafê Zimanê Dayîkê” 9ê sibata 2024an li Mordemê pêk anî û rêkxistinên eleqedarî qada mafên zimanê dayîkê anîn cem hev. Di civînê de 39 kes beşdar bûn. Em roj sax li ser mafê zimanê dayîkê axivîn û zimanê civînê kurdî bû. Di civînê de wergera simultane bo tirkî û kurdî hat kirin.

Özgür Güneş Öztürk di ser têkoşîna mafê zimanê dayîkê ya katalanî re çavdêriyên xwe ji Barselonayê neqil kirin û ev sazî û dezgehên sûdgir ên Piştgiriya Mafan beşdarî civînê bûn: Komeleya Lêkolînên Kulturî bo Aştiyê (bakad), Komeleya Parastina Heyberên Kulturî û Siruştî ya Diyarbekirê (DKVD), Enstîtuya Diyarbekirê bo Lêkolînên Siyasî û Civakî (DİSA), Weqfa Alîkariya Koçberî û Mirovî (GİYAV), Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafê Mirovan, Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (İBV), Komeleya Lêkolînên Kurdî, Weqfa Perwerdehî Zanist Huner Tenduristî û Kulturê ya Mezopotamyayê, Komeleya Huner û Jiyana Ekolojîk a Mordemê, Komeleya Pêşî Zarok, Komeleya Ciwanên Roman, Komeleya Kultur Huner û Ekolojiyê ya Yaylayê (Gola). Herweha Kooperatîfa ANKAyê, Komeleya Medyaya Dijîtal, Navenda Xebatên Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weşanxaneya VATEyê û Weqfa Zan ên ku li Diyarbekirê dixebitin jî vexwendnameya me qebûl kirin û tevkarî li civînê kirin.

Civîn di formata hibrîd de pêk hat, Özgür Güneş Öztürk ji Barselonayê bi awayekî online tev li panela têkoşîna mafê zimanê dayîkê ya katalanî bû. Dawid D. Bartelt ê ji Komeleya Heinrich Böll Stiftungê axaftina destpê kir û piştre Eda Köse ya yek ji berpirsên qadê ya Piştgiriya Mafan kurteçalakiyeke hevnasînê bi rê ve bir da ku em hev nas bikin û qadên hev ên xebatê hîn bibin.

Piştî çalakiya hevnasînê, em derbasî panela dusaetî ya “Têkoşîna bo Mafê Zimanê Dayîkê li gor Tecribeyên Cuda” bûn. Digel Özgür Güneş Öztürk, Hacer Özdemir a aktîvîsta TJAyê û Osman Akyıl ê ji Weqfa Mezopotamyayê tev li panelê bûn. Hacer Özdemir bi taybetî li ser kurdî û bi giştî li ser dînamîkên têkoşîna mafê zimanê dayîkê axivî û Osman Akyıl jî behs kir ka rola civaka sivîl û aktorên siyasî çi ye li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê li ser zimanê kurdî.

Moderasyona panelê Zozan Bilge ya yek ji berpirsên qadê yên Piştgiriya Mafan kir. Osman Akyıl ji damezirandina Komarê heta îro çarçoveyeke dîrokî danî û behs kir ka zimanê kurdî li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê çawa têkoşiyaye û li ber xwe daye, civaka sivîl û temsîlên polîtîk tevkariyeke çawa li têkoşînê kirine. Li ser hûr bû ka qedexe û astengiyên li ser zimanî di sedsala borî de bandoreke xwe ya çawa hebû û diyar kir ku parçeyê herî girîng ê têkoşîna îroroj veguhastina tecribeyan a bo ciwanan e. Bal kişand ser ku têkoşîna mafê mirovan, têkoşîneke wisa ye ku divê pêkve be û amaje bi perwerdehiyê kir wekî yek ji rêyên herî girîng bo berdewamkirina kurdî. Osman Akyıl herweha wekî nûnerê Tora Xebatên Kurdî ya nû ava bûyî, behs kir ka tora xebatê ji ber kîjan pêdiviyan û nîqaşan hatiye avakirin û plan dikin ku çi bikin. Tora ku saziyên avakar bi cudahiyên xwe yên helwêstî tê de hatine cem hev, dê bi metodên kolektîf bi hev re bixebitin.

Em bi panelîsta duyem Hacer Özdemira aktîvîsta TJAyê re li ser wê mijarê axivîn ka têkoşîna femînîst dikare tevkariyeke çawa li nîqaşa mafê zimanê dayîkê bike, aktîvîzma zimanî rol û giringiyeke xwe ya çawa heye li cem tevgera jinên kurd û têkoşîna mafê zimanê dayîkê tevkariyeke çawa li wekheviya zayenda civakî kiriye. Hacer Özdemir axivî têkiliyeke çawa ya ziman û kulturê heye û rola jinan di veguhastina van her du tiştan de xwedî girîngiyeke çawa ye. Digel polîtîkayên asîmîlasyonê, behsa mînakên oto-asîmîlasyonê jî kir. Behs kir ka kurdî di nav malê de çawa ji aliyê jinan ve tê parastin, jin çawa xwedî li zimên derdikevin û bo nimûne çawa bi lorîkan wî zimanî vediguhêzin bo zarokan. Wê bal kêşa ser rênîşaniya slogana Jin Jiyan Azadî jî û diyar kir ku divê em di mijara kurdî de rijd bin. Wê axaftina xwe bi sernavê bultena me ya 7emîn qedand û got: "Cihê ku zimanê dayîkê lê neyê axaftin, jiyan bi tevahî nayê birêxistinkirin."

Herî dawî jî em li gel Özgür Güneş Öztürk li ser serdema Franco û zext û qedexeyên piştî wê serdemê axivîn. Wî ji me re behs kir ka têkoşîna bo kurdî û katalanî li ku digihîjin hev an jî ji hev cuda dibin. Diyar kir ka zimanê ku ji qada giştî ji nav birine û di nava malê de heps kirine, çawa hewl dane ji hafizeya kolektîf jî bibin. Behs kir ka li vir jî têkoşîna bo mafê zimanê dayîkê çawa ji aliyê rewşenbîrên sirgûn ên diyasporayê hatiye berdewamkirin. Bal kişand ser ku ji bo berdewamkirina zimanî, divê pêwendiya bi ciwanan re bi aktîvîzma dîjîtal û navgînên wê re bê berdewamkirin.

Me danişîna dawî jî bo komxebatekê veqetand ku Balacan Ayar û Olcay Özer ên ji ekîba Piştgiriya Mafan moderatoriya wê kir. Rêkxistinan li ser mijarên wekî (1) xebatên zayenda civakî bo mafê zimanê dayîkê, (2) hevkarî û peywendiyên herêmî û navneteweyî, (3) lobîgerî û parêzvanî û (4) perwerdehiya zimanê dayîkê nîqaşên komî kirin. Mijarên nîqaşê yên komxebatê bi hemû beşdaran re hatin parvekirin û nîqaş dest pê kirin.

Em cardin gelekî spasiya hemû rêkxistinên beşdar û tevkarî û şiroveyên wan ên hêja dikin. Em gelekî spasiya ekîba Mordemê jî dikin ku cihê xwe ji bo me vekirin û hiştin ku em civîna xwe li wir bikin.