09/11/2023

Me yekemîn civîna parvekirina tecribeyan ya ku rêxistinên girêdayî Piştgiriya Mafan, tê de behsa “nimûneyên serkeftî” yên xebatên xwe kirin, di 10ê Tebaxê de bi armanca hilberîna podcastan li dar xist û dest pê kir. Ev hevcivînên me dayî destpêkirin ji bo ku em van nimûneyên serkeftî bibihîzin, bidine bihîstin û em ji hev fêr bibin, dê 3 hefteyan carekê li dor babeteke cuda bizivire.

Di hevdîtina me ya ewil de me guhdariya Komeleya Çand, Huner û Ekolojiyê ya Yaylayê (Gola) û Komeleya Dema Jinan kir ku li ser qadên xwe yên lêkolînê yên nêzîkê hev podcastan hildiberînin. Saziyên Sîvîl derbarê qonaxên çêkirina podcastan, qonaxên plansazî û hilberînê, paşragihan û zehmetiyên karkirinê de tecribeyên xwe parve kirin. Wan her wiha behsa awayê tomarkirina podcastan, çareserkirina pirsgirêkên binesaziya teknîk kirin. Komaleya Dema Jinan ya ku podcastên kurdî hazir dike behsa zehmetiyên zimanî kir. Ji aliyê din ve di beşa pirs û bersivan de behsa hindê hate kirin ku tomarkirina podcastan li stûdyoyeke hevpar rê li ber pratîka fêrbûna pêkve û hevkariyê vedike. Her wiha wan derbarê naverok û perîyodê de jî ew derfet heye ku ew ji guhdaran pirsyar bikin û li gorî guhdaran podcastan hazir bikin. Di ber karên komeleyan re behsa zehmetiyên hilberîna podcastan hate kirin û ji aliyê din ve jî qala maweya podcastan kirin ku peywendiyeke xurt li gel naverokên podcastan heye. Wan behsa hindê kir ku ji podcastên akademîk û zanistî yên dirêj tên ecibandin û podcastên 15-20 deqîqeyî yên ku bala mirovan belav nakin zêdetir têne guhdarkirin.

Bernameyên Podcastan

Ji Herêmê, Tebîeta Hunerê, Dengê Golayê - Gola

Dema Jinan Diaxive- Komaleya Dema Jinan

.