09/11/2023

Me duyemîn civîna parvekirina tecribeyan ya ku saziyên sîvîl yên girêdayî Piştgiriya Mafan, tê de behsa “nimûneyên serkeftî” yên xebatên xwe kirin, di 7ê Îlonê de derbarê xetên şêwirînê û xizmetên şêwirmendiyê pêk anî. Ji Komeleya Piştevaniyê ya Pembe Hayat LGBTİ+ê Can Eren û Evrim Demirtaş, ji Komeleya Jinan ya Rosayê Hatice Demir û Rûken Ergüneş, ji Komeleya Mafê Tenduristiyê Eşref Bilge Uğurlu, ji Komeleya Lêkolînên Polîtîkayên Civakî, Nasnameya Zayendê û Meylên Zayendî (SPoD) Elif Balcı ji bo me behsa tecribeyên xwe yên halê heyî yên xetên şêwirînê û xizmetên şêwirmendiyê kirin.

Rêxistinan hem behsa hindê kirin ka xetên şêwirînê ji kîjan pêdiviyê peyda bûne û hem jî behsa wê çendê kirin ka bi çi rengî xizmeta kê kirine. Her wiha behsa hindê kirin ku ji bo xwegihandinê zêde bikin hewl dane bi navgînên ciyawaz şêwirmendiyê bikin, ji bo berdewamiyê çavkaniyan diafirînin û ji bo pêşkêşkirina xizmeteke baş gelek qîmet didin parvekirina tecribeyan. Komeleya Jinan ya Rosayê xeta telefona şêwirmendiyê heyemekê bi dorê bi kar aniye û SPoDê bi rêya xwebexşan bi awayekî anonîm xizmeta şêwirmendiyê kiriye. Komeleya Mafê Tenduristiyê anî ziman ku piştî telefonên bi rêya navenda lêgerînan hatine, bi demê re ferq kirine ku ji xeynî piştevaniya hiqûqî û derûnî pêdiviyeke din jî heye û wisa wek xizmeta sêyemîn dest bi xizmeta agahdarkirinê kirine. Hemî rêxistinan anî ziman ku wan feedbackên cemawerên xwe yên şêwrê giring dîtine. Bo nimûne Pembe Hayatê diyar kir ku hem bi wergirtina supervîzyona pîşeyî hem jî hin caran civîna li gel pisporên ruhduristiyê yên li saziyên ciyawaz, yan jî bi rêya serlêderan wan feedback wergirtine.

Komeleya Piştevaniyê ya Pembe Hayat LGBTİ+ê ji bo her kesê/a ku xwe di bin sîwana transan de pênase dike û LGBİAQ+an rojên Duşem, Çarşem û Înê, di navbera saet 12:00 - 18:00an de bi rêya telefona 05491000688 û navnîşana psikolojikdanisma@pembehayat.org xizmeta piştevaniya derûnî dike. Her wiha ji sala 2022yan ve xizmeta şêwirmendiya hiqûqî jî dike. Ji bo her kesê/a ku xwe di bin sîwana transan de pênase dike û LGBİAQ+an rojên Duşem, Çarşem û Înê, di navbera saet 12:00-18:00an de bi rêya telefona 05413361545 û navnîşana hukuk@pembehayat.org xizmeta hiqûqî dike.

Komeleya Jinan a Rosayê bi rêya telefona 05524668621 serlêdanên şidetê (ya dijî jinan) werdigire.

Komeleya Mafê Tenduristiyê navenda lêgerînê heye ku hûn bikarin di babetên mafên nexweş û xebatkarên tenduristiyê de agahiyan bistînin. Her wiha dijî binpêkirina mafên we yên tenduristiyê hûn dikarin daxwaza piştevanî û arastekirina bêbepere bikin.

Komeleya Lêkolînên Polîtîkayên Civakî, Nasnameya Zayendî û Meylên Zayendî (SPoD) bi Xeta Şêwirînê ya LGBTİ+an ji bo pirsyar û pirsgirêkên derbarê nasnameya zayendî û meyla zayendî de, bi armanca parvekirina agahiyên rast, rojane û pêbawer ji sala 2017an ve xizmetê dike.