04/03/2024

III. Civîna toran ku me di bin banê Bernameya Piştgiriya Mafan (Piştgiriya Mafan) de plansaziya wê kir, bi sernavê “Li Dijî Rêxistinbûna Nefretê Têkolîna LGBTI+an û Stratejiyên Xuyanîbûnê” di 27ê Cotmehê de, bi beşdariya rêxistinên ku di qada mafên LGBTI+an de dixebitin li Enqereyê li dar xist.

Haklara Destek III. Ağ Toplantısı katılımcılarının topluca göründüğü fotoğraf

Ligel nûnerên du rêxistinên LGBT+ ên ji Libnanê, ji komaleyên girêdayî Piştgiriya Mafan ên wekî Komaleya Altyaziyê, Komaleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aşitiyê (Bakad), Komaleya Alîkariya Hiqûqî ya Dijî Şîdeta Zayendî, Komaleya Înterseksuel, Transseksuel, Biseksuel, Gey, Lezbiyen ya ji bo Maf Wekhevî û Hebûnê (HEVİ LGBTİ+), Komaleya Malbat û Xizmên LGBTI+an, Komaleya Hevgirtina LGBTI ya Pembe Hayatê û Komaleya Polîtîkaya Civakî, Nasnameya Zayendî û Xebatên Meyldariya Zayendî (SPoD) beşdar bûn. Her wiha Kaos GL, Unîkuîr, Komaleya Kirmizi Şemsiyeyê ya Tenduristiya Zayendî û Mafên Mirovan û Komaleya 17ê Gulanê jî ku li Enqereyê dixebitin, vexwendina me qebûl kirin û tevkarî li civînê kirin.

Civîn bi awayekî hîbrît hat lidarxistin û beşdarên ji Lubnanê bi online tevlî bûn. Piştî axaftinên vekirinê yên Delegasyonê Tirkiyeyê yê Yekitiya Ewropayê Alessandro Angius û ji Komaleya Heinrich Böll Stiftungê Julia Bartmannê, da ku em beşdaran nas bikin û qadên wan ên xebatê hîn bibin me çalakiyeke biçûk pêk anî. Me hewl da ku çalakiya xwe ya hevnasînê ku civatgêriya wê ji Navenda Hafizeyê Hilal Başak Demirbaş kir, ji sînordariya navên rêxistinan xilas bikin û naveroka wê berfirehtir bikin.

Piştî çalakiya hevnasînê em derbasî panela bi sernavê “Li Tirkiye û Libnanê Têkoşîna Mafên LGBTI+an û Xuyanîbûn”ê bûn ku du saetan domiya. Ji Libnanê nûnerek ji rêxistina Helem LGBTI+ ku di erebî de tê wateya xeyalkirinê û ji Kaos GLyê jî Umut Güner beşdar bû.

Em, di panelê de ku civatgêriya wê ji Navenda Hafizeyê Balacan Ayarê kir, li ser têkoşîna hebûnê ya rêxistinan a di bin serweriya rejîmên totalîter de di çarçoveya xebatên xuyanîbûnê de axivîn. Her du nûneran jî besh kir ka li welatekî wekî Libnanê ku hevzayendî sûc e; aktîvîstî û berdewamkirina têkoşîna birêxistin çawa pêkan dibe, zehmetiyên wê çi ne û derfetên xwe yên birêxistinkirina hevgirtinê çawa pêk tînin. Panelîstan; dema ku behsa bergiriyên xwe yên li dijî talûkeya girtinê, venêrînên zêde an jî nişkgav, şîdeta zêde ya polêsan û hedefgirtina wan ji aliyê partiyên îslamîst ve kirin, her wiha behsa giringiya asteke diyar a xuyanîbûna online, analîzên rêkûpêk ên rîskan, çêkirina plansaziyên stratejiyan kirin û gotin ku ji bo têkbirina pêşdarazan bê sekin li dijî cudakariyê dixebitin. Ew, ji xeynî torên navnetewî û herêmî, hewl didin ku ligel dîasporaya erebî û Libnanê jî têkiliyên xwe pêş bixin. Her wiha Helem, wek kevintirîn komaleya ku ji aliyê aktîvîstên cîhana erebî ve hatiye damezirandin, îşaret bi wê yekê kir ku sebebê bûyerên li Filistînê rejîma apartheîd e ku ev jî dibe sedem ku LGBTI+ên Filistînî bikevin nav “xwenixumandineke” tebeqeyî, meyla “xwevaşartin”ê çêbibe û pirgirêkên nasnameyî ku xwe dispêrin cudakariyê rû bidin.

Me ji panelîstê xwe yê sêyemîn, rêvebirê Kaos Glyê Umut Günerî, pirsa raborî û anihaya Komaleya Keskesorê ya Dijî Cudakariyê kir. Umut, di destpêka axaftina xwe de behsa têkoşîna deh salane ya LGBTI+an a li Tirkiyeyê û guherînên komaleyê yên ji dema hevpeymaniyê heta îro kir û wiha berdewam kir: Ev avanî ji rêxistinên LGBTI+ pêk tê û bi armanca afirandina derfetan hatiye damezirandin ku rêxistin bi hev re bixebitin û kapasiteya xwe mezintir bikin. Dîsa ligel rêxistinbûna rêxistinên LGBTI+an, zêdebûna gotara nefretê û bi taybet li hember guherîna makezagonê, behsa awayê hevgirtinê kir û got hevgirtin bi xwe jî pêvajoyeke wisa ye ku kedê dixwaze. Her wiha anî ziman ku deriyê rêxistinên LGBTI+ ji bo têkilî û hevkariya ligel rêxistinên di qadên din ên mafan de dixebitin vekirî ye, lê belê wisa difikire ku bi taybet di van demên dawî de rêxistinên LGBTI+ bi tena serê xwe hatine hiştin. Û got ji ber ku em wek kesên ku “serê ewil tên terikandin” tên dîtin, ev di qada têkoşîna mafparêziyê de zirarê dide LGBTI+an û hevgirtina bi wan re ava dibe.

Me rûniştina dawî jî ji bo xebata komî terxan kir ku ji Navenda Hafizeyê bi civatgêriya Olcay Özer pêk hat. Beriya civîna toran, me ji rêxistinan xwestibû ku di çarçoveya tevgera LGBTI+an de, pirsên xwe yên derbarê stratejiya xuyanîbûnê de bikin. Ligel pirsên ku wan rêkirin û serenavên ku di nav civînê de derketin pêş, me xebateke înteraktîf pêk anî. Me plansaziya çalakiyê li ser çar beşên cuda danî ku her kes bikare nîqaş bike: (1) Medya û Hevgirtina LGBT+ û hevkariyên wan, (2) dij-rêxistinbûn û stratejî, (3) torên navnetewî û rêxistinbûn, (4) çalakgêriya li kolanan û çalakgêriya dijîtal. Ligel pirsên xwe yên talî, me nîqaşek bir serî ka em dikarin van serenavan li kêleka kîjan çavkanî û behremendiyan bifikirin û di demên kurt û nêzîk de em dikarin çi bikin.

Berî her tiştî em spasiyên xwe li hemû rêxistinên beşdar, Umut, hemû vexwendiyan û li her du rêxistinên LGBTI+ yên ji Libnanê dikin ku tevî hemû zehmetiyan bi awayekî online beşdarî civîna me bûn û tecribeyên xwe bi me re parve kirin.

* Ji ber ewlehiyê navê beşdarî/ê û rêxistinê nehatiye dayîn.