21/11/2023

Me, civîna çaremîn a parvekirina tecribeyan ku rêxistinên girêdayî Piştgiriya Mafan li wir behsa “mînakên baş” ên xebatên xwe dikin, di 20ê Cotmehê de li ser bernameyên bûrsan li dar xist. Weqfa Ali Ismail Korkmaz (Alikev), Piştgiriya Jinane (Dakahder) û Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî (Giyav), tecribeyên xwe yên derbarê bûrsan de parve kirin.

Di civînê de me guhdariya tecribeyên wiha kir: Bikaranîna bernameyeka arasteyî bûrsiyeran hatî sazkirin, krîter û mekanîzmayên diyarkirina bûrsiyeran, xebatên xurtkirinê yên girêdayî bernameyên bûrsan an jî awayê têkildarkirina bernameyên din bi bernameya bûrsê re.

Alikev ku di sala 2014an de li Xetayê hate avakirin û ji bo xwendekaran çalakiyên cûrbecûr bi rê ve dibe, ligel bernameya xwe ya bûrsê ku ji 2016an heta niha li dar e, bi mînakên ciyawaz behsa vê bernameyê ji bo beşdaran kiribû. Ew di bernameya bûrsê de ku dide xwendekarên lîse, zanîngeh û polên navîn, ligel behremendiya akademîk giringiyê dide hewcedariyan û krîterên wekî xwebexşiya bo civaka sîvîl jî berçav digire. Her wiha, piştî pandemiyê derbasî pergala hevdîtina online bûye û çar komîsyonên cuda yên bûrsan hene û piştî derçûnê jî li ser bingeha xwebexşiyê bûrsiyeran dişopînin. Ligel xebatên din ên xurtkirinê, armanc dikin ku bernameyên bûrsan dewlemendtir bikin û di rewşên lezgîn û awarte de piştgiriyên yekcarî jî didin.  

Dakahder ku navenda wê Amed e, bi me re parve kiribû ku komîsyona bûrsan, budçeya ku ji beşxên şexsî pêk tê dide LGBTI+ û xwendekarên zanîngehê yên temenê wan di navbera 18-25an de, her çiqas ji ber erdhejê tam pêk nehatibin jî xebatên cûrbecûr ên ku bûrsiyeran di qadên cuda de xurt bikin hatine amadekirin hene û dixwazin van xebatan dewlemendtir bikin. Bernameya bûrsê ya Dakahderê ji bo kesên ku li bajarên derdorê dijîn jî vekirî ye.

Giyav ligel jin, ciwan û zarokên ku ji ber koçberiya navxweyî mexdûr bûne dixebite û bûrsiyerên wê ji zarokên 7-18 salî pêk tên. Giyavê anî ziman ku ew piştgiriyên xwe yên ji bo bûrsiyeran bi kargehên pirzimanî, xebatên hunerî û werzîşî dewlemendtir dike û bûrsên xwe ji bexşên şexsî û dezgehî yên ji bo weqfê tên kirin kom dike. Ew bûrsiyerên xwe ji aliyê lijneyekê ve diyar dike ku li ser çarçoveya stratejiya sazûmanî, domdarî, wekheviya zayenda civakî û hafizeya sazûmanî dixebite. Her wiha, xebatên bûrsan ji aliyê Giyavê ve wekî amûrê zêdekirina dibistanan tê bikaranîn. Weqfê ji ser pirsgirêk û mînakên di dema erdhejê de jiyane bi me re parve kir ka tomarkirina dijîtal çima evqas giring û hewce ye.

Parvekirina tecribeyan, bi pirsyarên ji nûnerên komele û weqfan hatin kirin dewlementir bû û ji bo rêxistinên ku ji bo xebatên bûrsan plansaziyan dikin wek civîneke rêberî bi dawî bû.