22/07/2024

Me çaremîn civîna komxebatê ya di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Mafan (Haklara Destek) de, bi sernavê “Qanûn di Rejîmên Otorîter de û Têkoşîna Femînîst li dijî Qedexeyan” 24ê gulana 2024an bi beşdariya 27 kesên ji rêkxistinên qada mafên jinan li Stenbolê rûbirû pêk anî. Du nûner ji Cezayir û Tûnisê tev li civînê bûn. Bi vî awayî me derfet çêbû ku rojekê sax li ser têkoşîna mafê jinan a li sê welatên cuda biaxivin.

Hayat Remmache ji Cezayîrê û Fatma ji Heinrich Böll Stiftung Tûnisê bi parvekirinên xwe tevkarî li civînê kirin û saziyên sûdgir ên Piştgiriya Mafan ên wekî Komeleya Hevgirtina Jinan, Komeleya Dema Jinan, Komeleya Şêwr û Hevgirtina Jinan a Katreyê, Komeleya Çand Huner û Siruştê ya Kırkayakê, Komeleya Hevkariya Jinan a Mêrdînê, Komeleya Kesên Azadîxwaz û Komeleya Jinan a Rosayê beşdar bûn. Herweha rêkxistinên li Stenbolê, wek Platforma Em dê Cinayetên Jinan Rawestînin, Weqfa Hevgirtina Jinan, Komeleya Jinan a Havleyê û Komeleya Mafên Mirovî yên Jinan (KİH) jî vexwendina me qebûl kir û tevkarî li civînê kirin.

Piştî axaftina destpêkê ya Julia Bartmann a ji Komeleya Heinrich Böll Stiftungê, ji berpirsyarên sehayê yên Pişgiriya Mafan Zozan Bilge kurteçalakiyeke hevnasînê bi rê ve bir da ku em qadên hev ên xebatê hîn bibin û beşdaran nas bikin.

Piştî çalakiya hevnasînê em derbasî panela dusaetî ya bi navê “Rola Qanûnan di Newekheviya Zayenda Civakî de: Mînakên Cezayîr, Tûnis û Tirkiyeyê” bûn. Panela ku moderasyona wê Balacan Ayar a ji ekîba Piştgiriya Mafan kirî, li ser mafên jinan têkoşîna mafî ya li Cezayîr, Tûnis û Tirkiyeyê bû. Ji axêveran Fatma û Hayat Remmache û ji KİHê Ezel Buse Sönmezocak tevkarî lê kirin.

Di panelê de destpêkê me behsa atmosfera siyasî ya 3 welatên cuda û rengvedana vê atmosferê ya li mafên jinan û têkoşîna mafên jinan kir. Ji bo her sê welatan jî ev çavdêrî hatin neqilkirin ku zextên polîtîk ên li rêkxistin û mafparêzên li qadê, dibin asteng bo karkirinê an jî hewl didin asteng bikin, û peydakirina fînansmanê derveyî zehmet e an jî bi demê re kêm dibe. Li ser axivîn ku aktîvîzm û parêzvaniya li welatan ka çend zehmet e û girtin û desteserkirin wek unsûreke zext û pêkutiyan çawa gelek caran tê tetbîqkirin.

Digel van, ev mijar jî hatin nîqaşkirin: Zehmetiyên di pratîkê de tevî ku temînatên hiqûqî jî hene, kêmbûna qanûnên ku jinan diparêzin û bi paş de vegerandina mafên ku hatine bidestxistin. Herweha mijareke din jî hat nîqaşkirin ku jin ji ber zextên kulturî û dînî yên cuda zehmetiyê dikêşin bo gihiştina mekanîzmayên gilîkirinê yên qanûnî. Li ser axivîn ku qanûn û qedexeyên li welatan; ji jiyana rojane ya jinan heta pêvajoyên ji hev veqetînê an jî veneqetînê, heta gihiştina xizmetên tenduristiyê û çêkirina kurtajê bi çi awayan tesîr li jiyana wan kiriye.

Di beşa dawî de jî me komxebatek li gel beşdaran pêk anî. Beşdar bûn sê kom û me li gel her komekê senaryoyeke cudatir parve kir. Her komek di nav xwe pêşniyazên çareseriyê bo pirsgirêkên di van senaryoyan de pêşkêş kirin. Di encama komxebatê de nîqaşên cuda bi rê ve çûn bê ka pevçûn û/an jî cihêkariyên fikrî yên mihtemel ên di nav toreke neteweyî, herêmî û navneteweyî de dê çawa bêne çareserkirin.

Em cardin gelekî spasiya hemû rêkxistinên beşdar ên civînê dikin bo tevkarî û şiroveyên wan ên hêja.