20/12/2023

Em di çarçoveya bernameya pêşdebirina kapasîteyê ya Piştgiriya Mafan de dest bi xebatên atolyeyê dikin.

Atolyeya ewil ji aliyê Derya Göçerê* ve hat amadekirin. Atolyeya bi navê “Lêkolîn bo Saziyên Civaka Sivîl: Atolyeya Parêzvaniyê ya ji Daneyan heta Delîlan” dê di navbera 17-18 û 27-28ê nîsanê de pêk bê û di 4 danişînan de bi dawî bibe.

Dê ji her rêkxistinê kesek tev li atolyeyan bibe. Em pêşniyaz dikin ku ew kes (eger hebin) di lêkolînên rêkxistinê de li meydanê xebitîbin û berpirsiyarî hilgirtibin di mijara rapornivîsînê de.

Dê di naveroka atolyeyê de mijar li ser têkiliya daneyan û parêzvaniyê be. Ji bo parêzvaniyê dê li ser mînakên lêkolînê bê axaftin û pratîk li ser wê yekê bê kirin ka lêkolîn dê çawa bi çi awayî bêne kirin.

-

* Derbarê Derya Göçerê de

Dr. Derya Göçer, wekî Seroka Şaxa Makezanistê ya bernameyên Xebatên Herêmî û Lêkolînên Rojhilata Navîn a ODTUyê kar dike. Dersên wê li ser qada Tevgerên Civakî yên Rojhilata Navîn, Siyaseta Îranê, Rêbazên û Etîka Lêkolînê ne. Li ser mijarên cuda yên wekî veguherîna dewletê li Tirkiye û Îranê, tevgerên civakî û polîtîkaya derekî, bikaranîna rêbazên celebî ya di xebatên koçberiyê de nivîsiye. 5 sal in li ser qada civaka sivîl atolyeyan pêşkêş dike, rêberî û mentoriya saziyên civaka sivîl dike. Li ser sêwirandina lêkolînê, bikaranîna rêbazê û şêweyên analîzê yên taybet bo pêdiviyên saziyên civaka sivîl dixebite.