20/12/2023

Xebatên me yên analîzkirina pêdiviyan a li gel rêkxistinan ku hema piştî civîna destpêkê ya navbera 12-14ê kanûna paşîn dest pê kirî, dê meha sibatê jî berdewam bibe. Pêngava ewil ji bo zêdekirina kapasîteya sazûmanî ya rêkxistinên sûdgir ên Piştgiriya Mafan, analîzkirina pêdiviyan e ku me li gel berpirsiyariyên meydanê kirî. Li gor encamên analîzkirina pêdiviyan, dê bernameya pêşdebirina kapasîteyê bi taybet ji bo her rêkxistinê bê çêkirin û li gor pêdiviyan rêkxistin dê derfetê bibînin ku li gel pisporan bixebitin.