20/12/2023

Maweya serlêdanê ya bo Piştgiriya Mafan II ya bernameya ku tevkariyê li pêşdebirina kapasîteyê dike û piştgiriya darayî ya bo rêkxistinên mafparêz ên Tirkiyeyê, di 16ê gulanê de dest pê kir. Serlêdan dê 45 rojan bidome û dê di saet 17:00ê yê 30ê hezîranê de bi dawî bibe.

Di çarçoveya Piştgiriya Mafan a bi fînansmaniya Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê û hevkariya Navenda Hafizeyê û Heinrich Böll Stiftungê de, armanca me ew e ku em piştgiriya rêkxistinên biçûk ên mafparêz û rêkxistinên biçûk bikin û tevkariyê di pêşdebirina mafên mirovan û demokrasiya beşdar de bikin. Armanca me ew e ku em digel bernameya pêşdebirina kapasîteyê û piştgiriya hîbeya saziyan a ku me di maweya Piştgiriya Mafan I de pêk anîbû, em wan hevkariyên bihêzkirina hevgirtin û têkoşîna bo wan xebatan jî zêde bikin ku di maweya piştgiriya nû de li ser îhlalkirin û parastina mafan bûn.

Em difikirin ku li gel rêkxistinên sûdgir di 1ê kanûna paşîn a 2023yan de dest bi tetbîqkirina serdema hîbeyê bikin û di 31ê kanûna pêşîn a 2024an de biqedînin. Di çarçoveya Piştgiriya Mafan II de ku wek du mekanîzmayên paralel yên hevdem bo du salan hatiye sêwirandin, armanca me ew e ku em bo herî kêm 40 rêkxistinên mafparêz ên Tirkiyeyê bo du salan piştgiriya hîbeyê ya 1,800,000 Euroyî dabîn bikin û wê bernameya pêşdebirina kapasîteyê pêk bînin ku dê bibe alîkar rêkxistinên mafparêz ên sûdgir ji aliyê sazûmanî xwe bihêztir bikin û bandora xwe zêdetir bikin. Bi vî awayî, saziyên serlêder dikarin ji bernameyê herî kêm 25,000 Euro herî zêde 45,000 Euro hîbeyê daxwaz bikin.

Piştgiriya Mafan, bernameyeke piştgiriyê ye ku armanca wê piştgiriya weqf, komele û kooperatîfên ne li dû qezencê ye. Di vê çarçoveyê de divê saziya serlêder (1) berî 1ê kanûna paşîn a 2021ê li gor qanûnên Komara Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê hatibe avakirin û cihê wê li vê derê be, (2) di raporên fînansî yên fermî yên sala 2020î de, dahata wê ya salane di bin 2,000,000 TLyî re be û (3) herî kêm xwedî fealiyetekê be ji bo tevkariya pêşdebirina mafên mirovan li Tirkiyeyê di du salên dawî de.

Ji bo cîbicîbûna mafê miameleya wekhev, pêşdeçûna demokrasiyê û astengkirina dubendbûna civakê, dê pêşekî ji bo wan rêkxistinên mafparêz be ku derbarê xebatên kêmîneyan û cihêkariyê de fealiyetên xwe bi rê ve dibin. 

Herweha yek ji armancên me jî ew e ku pêşekî bo wan rêkxistinan be ku li bajarên Rojhilat û Başûrrojhilat hatine avakirin û li wê derê çalak in.

Pêvajoya Serlêdanê

 


Serlêdan dê di ser Sîstema Rêvebirina Hîbeyan a BELLEKê re bi tirkî bêne wergirtin. Serlêdanên ku bi rêya posteyê têne şandin, dê neyêne qebûlkirin.

Du çavkaniyên herî serekî ku hûn dikarin dema serlêdanê gelek caran sûdê jê wergirin, Rêbernameya Serlêdanê ya Piştgiriya Mafan û rêzevîdeoyên piştgiriyê yên şeş beşî ne ku me amade kirine. Herweha em pêşniyaz dikin ku hûn sûdê ji Rêbernameya Serlêdana Fînansî jî wergirin ku me ji bo xurtkirina van du çavkaniyan amade kiribû. Hûn dikarin ji vir li wê peymanê binêrin ku dê bi saziyên hîbewergir re bê îmzekirin. 

Em li bendê ne ku helwêst û fealiyetên giştî yên rêkxistinên mafparêz ên serlêderên Piştgiriya Mafan, bi prensîbên mafên mirovan ên giştî yên me diyarkirî re li hev bikin. Eger fealiyetên serlêderan ên li dij van prensîban bêne tesbîtkirin, serlêdanên wan dê bêne redkirin. Hûn dikarin ji vir bigihîjin metna Helwêsta Mafparêz.

Saziyên ku difikirin serî lê bidin, dikarin rêyên li jêrê bi kar bînin û di maweya serlêdanê de alîkariyê wergirin:

  • E-mail: Di maweya serlêdanê de her gavê hûn dikarin ji navnîşana e-mailê ya basvuru@haklaradestek.org xwe bigihînin me. Roja dawî bo pirsên we yên di ser mailê re 20ê hezîranê ye.
     
  • Maseya Piştgiriyê: Çar rojên hefteyê (sêşem-çarşem-pêncşem-în), di navbera 10:00 û 16:00 de hûn dikarin ji hejmara telefonê ya 0546 903 03 56 xwe bigihînin me.
     
  • Civîna Online ya Pirs-Bersivan: Hûn dikarin tev li civînên me yên online yên pirs-bersivan ên di 30ê gulanê, 13 û 20ê hezîranê saet 14:00ê bibin û pirsên xwe yên derbarê pêvajoya serlêdanê ji me bikin. Hûn dikarin di ser malpera me ya haklaradestek.org re xwe li van civînan qeyd bikin.
     
  • Pirsên ku Pir Tên Pirsîn: Eger pirsên we yên di ser e-mailê re ji aliyê hin serlêderên din jî bigihîjin me, em dê di vê beşê der bersiva pirsên we bidin. Pêşniyaz e ku hûn li vê beşa rojanekirî binêrin berî ku hûn pirsên xwe bişînin.