24/02/2025
Me yazdehemîn hevdîtina parvekirina tecribeyan di 9ê îlonê, saet 15:00an de organîze kir ku rêkxistinên Piştgiriya Mafan li wir behsa “mînakên baş” ên xebatên xwe kir. Di hevdîtinê de Weqfa Jinûve-Azadiya ji bo Zarokan a Tirkiyeyê, Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî û Komeleya Xwebexşên Sulukuleyê tecribeyên xwe yên derbarê çalakiyên çavdêriyê yên xebatên zarokan bi me re parve kirin.
Weqfa Jinûve-Azadiya ji bo Zarokan a Tirkiyeyê
Bernameya Navenda Ciwanan (GEM) ya ku ji sala 1997an vir ve bi rê ve dibin, ji bo wê yekê hatiye sazkirin ku rê li ber eleqeya zarokên 12-18 salî yên di bin rîskê de li gel sûcan bigire û piştgiriya wan bike ji bo ku bi awayekî aktîf tev li civakê bibin. Weqf, bi me re parve kir ka di çavdêriya GEMê de bi kîjan diyardeyan xebitîne, pêvajoyên wan ên nirxandin û raporkirinê çi ne.
Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî
Weqfa Koçberî û Alîkariya Mirovî, pêvajoya amadekirina rapora Çavdêriya Binpêkirinên Mafên Zarokan a Medyaya Înternetê ya berdewam ji sala 2012an ve, rêbaz û analîza xwe ya berhevkirina daneyan, diyardeyên bikarhatî û girseya hedefkirî bi me re parve kirin û qal kirin ka vê yekê di çarçoveya fealiyetên parêzvaniyê de çawa dinirxînin.
Komeleya Xwebexşên Sulukuleyê
Komele ji 2017an vir ve bi xebatên xwe yên çavdêriyê, guherînan dişopînin. Bi zarokan re atolyeyên werziş û hunerê bi rê ve dibe û li gel çavdêr û mamosteyan fealiyetên piştgiriyê organîze dike. Nexasim qala wan zehmetiyên xwe yên xebatên çavdêriya li gel zarokan kirin û tecribeyên xwe bi me re parve kirin ka bi demê re hewlwest û pêşniyazên çareseriyê yên çawa bi pêş xistin li hember van zehmetiyan.