Çocuk İşçiliğini İzleme ve Önleme Derneği


Komeleya Çavdêrî û Astengkirina Karkeriya Zarokan

Komele, adara 2018an li Edeneyê hat damezrandin. 6 salin di warê karkeriya zarokan de li ser mijarên wekî çavdêriya xuyayî, daxilbûna civakî, parêzvanî û torên peywendîdanînê dixebite. Di xebatên xwe de balê dikêşe ser Peymana Mafên Zarokan.

Pirsgirêkên zarokên karker dike rojev, li gel saziyên civaka sivîl û rêveberiyên mehelî yên berpirsiyar di mijara mafên zarokan de hevkariyê dike û xebata parêzvanî û çavdêriya xuyayî bi rê ve dibe. Ji 2018an vir ve ye Xebata Raporê ya Îhlalên Mafên Karkeriya Zarokan bi rê ve dibe.

Di çarçoveya Xeta Şêwirînê ya Navenda Têkoşîna li hemberî Karkeriya Zarokan de, şêwirmendiyeke bêpere ya xwegihandina edaletê û xizmeta civakî bo dêûbavên zarokên karker û zarokên di bin rîskê de dike.