Dicle Fırat Gazeteciler Derneği


Komeleya Rojnamegeran a Dicle Fıratê

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Fıratê (DFG) ji çiriya paşîn a 2019an vir ve fealiyetên xwe li Diyarbekirê pêk tîne. 

Di serî de pirsgirêkên rojnamegaran, bi giştî em ji bo pêşdebirina azadiya fikrî û çapemeniyê tê dikoşin. Em dizanin ku demokrasî bêyî azadiya fikrî nabe û em wisa tevdigerin. DFG hewl dide hem îhlalên vê qadê bi raporan bo raya giştî ragihîne hem jî bo guherandina vê tabloyê bi rêkxistinên din ên pîşeyan re bi hevbeşî tê bikoşe. DFG xebatên wisa dike ku daxwazên piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk a rojnamegeran cîbicî bike.