Engelsiz Erişim Derneği


Komeleya Ragihandina Bêasteng

Komeleya Ragihandina Bêasteng, sala 2011an li Stenbolê hatiye avakirin. Armanca serekî ya komeleya me ew e ku bi qebûla “astengdarî ne kêmasiyeke lê belê parçeyekî curbicuriya mirovan e”, astengiyên li ser cudahiyên melekeyên mirovan rake. Qadên xebatê yên komeleya me ev in: jinavbirina faktorên fizîkî û civakî yên ku mirovan dikin astengdar; kesên astengdar bi hemû kesên civakê re bibin heman xwedî mafan û bidawîhatina kiryarên cihêkar; parastina berdewamiya jiyanî ya kesên astengdar bi civakê re û wek kesên wekhev û têkoşîna li hemberî her cure kiryar û polîtîkayê ya ku rê li ber îzolasyonê vedike. Em jiyana wekhev, berdest û bêasteng wek mafekî serekî yê mirovî bo her kesî diparêzin û em xebatên xwe di vê çarçoveyê de bi rê ve dibin. Em tê dikoşin ku têgihiştina “mafparêz” a di warê seqetiyê de li gor mafên gerdûnî yên mirovan bigihînin asteke kesên wekhev.

Armanca me ya di nav rêziknameya me û prensîbên me yên xebatê de ew e ku em bi her awayê cihêkariyê re tê bikoşin û em di her qada jiyanê de sêwirandina gerdûnî yanî xwegihandinê berbelavtir bikin. Li ser rêya van armancan; em li ser mijarên wekî mafê xwegihandinê, mafê beşdariya wekhev, mafê bajarê gihiştbar, têkoşîna li dijî cihêkariyê û mafên wekheviyê yên di qada mafên kesên astengdar de dixebitin. Bi taybetî em hewl didin çareseriyên kêrhatî di mijara xwegihandin û sêwirandina gerdûnî de peyda bikin, pêşniyazên çareseriyê û plansaziyên pîlotî pêk tînin û em li dû vê prensîba xebatê ne ku em bi her sazî, dezgeh û kesan re çareseriyên xwe bi rêya materyal, rapor û çalakiyên pêkan parve bikin. Em xebatên cuda bi rê ve dibin da ku her cure berhem, xizmet, zanyarî û her çalakiyek bi temamî berdest be û em bi sazkirina perwerdehî, semîner û çalakiyên bo şiyan û zanîna mijarên cuda ya kesên nabîna re dihêlin ku girseya me hay ji pêdiviyên mîna hev hebe.

Li ser têgehên wekî “astengdarî, seqetî, saxlemperestî, sêwirandina gerdûnî, gihiştbarî, giştgirî” hûn dikarin daxwaza hevkarî û şêwirmendiyê ji komeleya me bikin da ku atolye û çalakiyên bo haydariyê çêbibin. Hûn dikarin daxwaza piştgiriya şêwirmendiyê li ser wê mijarê bikin ku malper û aplîkasyon bo kesên nabîna pêkan bin. Hûn dikarin li ser hemû qadên têkoşînê yên me diyarkirî daxwaza hevkarî û hevpariyê bikin ji bo xebatên mafparêzî û torên neteweyî û navneteweyî. Şaredarî û saziyên civaka sivîl di serî de, hûn dikarin daxwaz her cure peywendî û hevkariyê bikin di mijara xwegihandina zanyariyan û mekanên fîzîkî de.