Hevi LGBTİ+ Derneği


Komeleya Hêvî LGBTI+

Komeleya Hêvî LGBTI+, sala 2015an ji aliyê LGBTI+yên Kêmîne ve hatiye avakirin.

Komeleya me herçiqas navenda xebatên wê li Stenbolê be jî, di serî de li bajarên wekî Eskişehir, Yalova, Wan, Diyarbekir, Enqere, Îzmîr û Mêrsînê xebat û atolyeyan pêk tîne. Komeleya me ya ku li ser qadên wekî penaberî, kêmînetî û tenduristiyê dixebite; xebatan bi rê ve dibe ji bo berbelavkirina xebatên pirzimanî, berbelavkirina xebatên ewlehiyê û tenduristiya zayendî ya LGBTI+yan, rojevkirina Wekheviya Zayenda Civakî, bihêzkirina LGBTI+yên Kêmîne û Penaber û şopandina dozên LGBTI+yan.  Komeleya Hêvî LGBTI+, ji sala 2018an vir ve piştgiriya hiqûqî dide LGBTI+yan. Herweha em ji sala 2015an vir ve şêwirmendiya hevtemenî didin. Ji bo şêwirmendiyê hûn dikarin xwe bigihînin maila komeleya me.