İnsan Hakları Derneği Van Şubesi

Wan


Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan

Şaxa Wanê ya Komeleya Mafên Mirovan a ji 1986an vir ve ye fealiyetan dike, di 13.10.1999an de hat avakirin. Komeleya ku xwedî qadeke têkoşînê ye li hember her awayên cihêkariyê û sedemên ji ber nijad, etnîsîte, ziman, dîn û mezheb, bawerî û baweriya dînî, reng, zayend, meyl û nasnameya zayendî, helwêsta felsefî û siyasî û astengdariyê ye, li dijî sûc û gotarên nefretî tê dikoşe.

Di her şert û mercê de û li her devera dinyayê li hemberî cezaya mirinê ye. Di her şert û mercê de û li her deverê her ji bo kê be, li dijî îşkenceyê ye. Di her şert û mercê de û li her deverê, darizandike adil û mafê parastinê diparêze. Di her şert û mercê de û li her deverê li dijî şer û mîlîtarîzmê ye û mafê aştiyê diparêze. Di her şert û mercê de û li her deverê, azadiya fikrî diparêze. Azadî û rêkxistinê diparêze. Mafê berxwedanê yê li hemberî zilm û zextan diparêze. Wê yekê diparêze ku her kesek xwedî maf e bi zimanê xwe perwerdeyê wergire û xizmetê bide civaka xwe.

Bi taybetî kesên tûşî her awayê binpêkirinê hatî, dikarin ji bo piştgiriyê serî lê bidin.

Deriyê wê vekirî ye bo her cure hevkarî û parvekirina tecrubeyan a komeleyên civaka sivîl ên mafparêz derbarê şideta hemberî jinan a berbalav li herêma me, binpêkirinên mafan ên li sînor, mafên zarokan û mafên penaberan de.