Kırkayak Kültür Sanat ve Doğa Derneği


Komeleya Kultur Huner û Siruştê ya Kırkayakê

Kırkayak Kultur ji dema avabûna wê ya 2011an vir ve, ji aliyê sosyo-ekonomîk ve qadên peywendîdanê yên xwebexş ava dike ku girseyên cuda yên civakê tê de têne cem hev û hewl dide kultura pêkvejiyanê û pirhêliya kulturî bi pêş de bibe. Di qadên mafan ên wekî mafê der-cihêkariyê, mafên penaberan, mafên kêmîneyan, mafê beşdariya li jiyana kulturî û hunerî û wekheviya zayenda civakî de xebatên xwe berdewam dike.

Dema ku van xebatan dike, hewl dide girseyên hesas û bi dezavantaj ên civakê û kesên nûhatî (penaber û koçber) yên nirxên saxiyê li paş nehêle û wekheviya zayenda civakî, xwebexşî û prensîbên xebatên mafparêz li ber çavan bigire.

Kırkayak Kultur li Dîlokê, li du navendên cuda yên wekî Navenda Hunerê û Navenda Xebatên Koçberî û Kulturî, bi şeş bernameyên wekî Kultur-Huner, Koçberî, Xebatên Bajarvaniyê, Metbex || Matbakh Atolye (Wekheviya Zayenda Civakî) û Xebatên Dom û Medyayê ji bo Pêkvejiyanê û bi hişmendiyeke teşwîqker bo pirhêliya kulturî, derbarê liheviya civakî û gihiştina mafan de xebatên xwe berdewam dike.

Kırkayak Kultur ji roja ku hatiye avakirin heta îro, li ser xeteke mafparêz û wek saziyeke civaka sivîl a navenda wê li Tirkiyeyê; di serî de civatên doman ên li Rojhilata Navîn û komên din ên peywendîdar, xebatên xwe yên Mafên Koçberan/Penaberan, Guherîna Kulturî û li dijî Cihêkarî û Gotinên Nefretî li welatên wekî Urdun û Libnanê yên Rojhilata Navîn û li gelek welatên din ên Yekîtiya Ewropayê bi sazî û hevgirtinên civaka sivîl re xebatên xwe berdewam dike.

Navenda Hunerê ya Kırkayakê:

Bernameya Kultur – Hunerê, digel hunermendên bi banê xwe xebatên hevpar pêk tîne, çalakiyan li dar dixe ji bo ku berhemên wan bigihîjin hemû girseyên civakê û fealiyetan bi rê ve dibe da ku hunermendên herêmê di platformên neteweyî û navneteweyî de bi hunermend û hunerhezan re werin cem hev. Di vê çarçoveyê de; hewl dide xebatên kulturî-hunerî yên wekî festîvalên fîlman, nîşandanên fîlman, pêşangehên wêne û resiman, nîşandanên şanoyê pêk bîne û “mekanê vekirî” pêşkêşî hunermendan bike.

Bernameya Medyayê ya ji bo Pêkvejiyanê, di serî de mafên kultur-huner û yên penaberan li bajêr û bi taybetî ji bo girseyên bi dezvantaj û marjînalbûyî yên civakê, bi rêya kultur û hunerê ji bo xebatên mafparêz, dê cih bide rojnameger, aktîvîstên femînîst, aktîvîstên jîngehê, hunermend û akademîsyenên ciwan ên xebatên koçberî û penaberiyê  û wê dest bi xebatan kiriye ji bo avakirina qadeke vekirî ya medyayê ya ku dê amûrên medyaya nû bi kar bîne.

Navenda Xebatên Koçberî û Kulturî:

Bernameya Xebatên Koçberiyê, xebatên tolhilanîn û penaberiyê yên di bi banê xwe de li ser xeta “pêkvejiyan”ê bi rê ve dibe û hewl dide bi çavkaniyên felsefî yên mêvanperweriya bêşertûmerc, kozmopolîtîzm, mafên yên din bi bingeh bike.

Bernameya Xebatên Doman, ji roja ku Kırkayak Kultur hatiye avakirin, derbarê mafên domên Rojhilata Navîn û mafên komên din de xebatên mafparêz pêk tîne. Kêşeyên serekî yên civaka doman ên ku li welatên cuda yên Rojhilata Navîn dijîn û ji ber sedemên wekî etnîk, kultur, şêweyê jiyanê hatine vederkirin û dîkekirin û kêşeyên civatên din ên peywendîdar (evdal, roman, lom) bûne bingeh ji van xebatên mafparêziyê re.

Bernameya Metbex//Matbakh, jinên koçber û yên çîna navîn ên li bajêr tîne cem hev û qadên vekirî pêşkêşî wan dike ku bi sernavên cuda yên mijar û qadan xebat û çalakiyên xwe lê dikin. Ev bername ji aliyekî li ser wekheviya zayenda civakî dixebite û ji aliyê din jî, bi prensîba wekheviya zayenda civakî, bo hemû girseyên civakê tecribeyên pêkvejiyanê pêk tîne. 

Bernameya Xebatên Bajarvaniyê wek saziyeke civaka sivîl a navanda wê li Dîlokê, di serî de curbicuriya kulturî ya ji aliyê kultura bajêr, qadên kultur û hunerê, gastronomî û sosyo-ekonomîk, ji bo van armancan hatiye avakirin ku xwedî li mîrateya xwe ya kulturî derkeve, hafizeya bajêr qeyd bike û tevkariyê li pêvajoya guherîna bajêr bike. Herweha bi xebatên xwe hewl dide xwedî li adaptasyona civakî ya wan kesên koçî bajêr kirî derkeve ji aliyê hemşerîbûneke li ser xeta pêkvejiyanê û wek saziyeke civaka sivîl di çareserkirina pirsgirêkên bajêr de hin çareseriyan pêk bîne û tevkariyê lê bike.