Komeleya Lêkolînên Kurdî (Kürt Araştırmaları Derneği)


Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ya ku 18ê nîsana 1992yan hatî avakirin, piştî ku bi KHKyê hat girtin 6ê adara 2017an li Stenbolê Komeleya Lêkolînên Kurdî hat avakirin. Ev komele perwerdehiya kurdî dide, materyalên perwerdehiyê amade dike, weşanên akademîk belav dike û bi pêş de dibe û li ser mafên zimanî û zimanê dayîkê dixebite.

Komeleya me herweha di xebatên xwe yên mafên zimanê û mafê zimanê dayîkê de her tim giringiyeke zêde bi nirxên demokratîk û piranîparêz dide û atolyeyên bo hînbûna zimanê dayikê bi rê ve dibe; weşanên akademîk derbarê qadên wekî dîrok, edebiyat, ziman û kulturê de belav dike; binpêkirinên mafan ên di mijarên bikaranîna zimanê dayîkê û hînkirina wê de dişopîne û rapor dike; ji bo jinavbirina van binpêkirinên mafan dixebite û panel, semîner û komxebatên derbarê mafên zimanî, perwerdehiya bi zimanê dayîkê û mijarên peywendîdar de li dar dixe.

Ji bo alîkarî û piştgiriya xebatên we yên derbarê zimanê kurdî û lehceyên wê de (kurmancî, zazakî, soranî, kelhorî, lekî, hewramî û lorî) an jî xebatên xwe yên derbarê zimanê dayîkê û mafên zimanan de bi me re peywendî deynin.